Jinên Seyhanê bi berhemên keda destan debara xwe dikin

  • 09:12 25 Cotmeh 2018
  • Jiyan
EDENE - Li Seyhan a Edenê jinên tevlî qursên pîşeyî bûn, aliyên xwe yên jîr jî derxistin holê û piştgiriyê didin aboriya malbata xwe.
 
Li Navenda Pêkanîn û Perwerda Hertim (SEYMER) ya di bin bana şaredariya Seyhan a Edenê de nêzî 60 qursî tên dayîn û ji aliyê jinan ve rastî eleqeyek mezin hat. Jinên ku bi berhemên keda destê xwe, xwe pêş dixînin, di aktîvîteyên civakî de jî tên cem hev.
 
Jina bi navê Şeyma Tatar ya 3 sale diçe qursên SEYMER’ê diyar dike ku di alî aborî de jî hem xwe fînanse dike û hem jî xwe pêş dixîne û wiha got: “Bi saya qursê gelek tişt min hîn kir û min ev veguhert aboriyê û aktîvîteya civakî.
 
Şeymayê bi lêv kir ku ew diçe qursa xişir û nexweşên derziyê berhemên xweş derdixe holê û wiha pê de çû: “Ez van li mîhrîcan û bernameyan difroşim. Bi saya qursê têkiliyên me yên civakî pêş ketin. Ji bo jin hepsê malê nebin divê tevlî van qursan bibin. Ez berê li malê bûm. Bixwebaweriya min tunebû. 
 
Ozge Saadest Yadîgar jî di beşa seramîkê de hîndekare û bi reçîneyan aksesuran çêdike û got ew lêkolîn dike û her tim kîfş dike.