Semîra Fasî ya du mehî ducanî bû li Mêrdînê hat qetilkirin

  • 09:03 22 Cotmeh 2018
  • Jiyan
MÊRDÎN - Li navçeya Artuklu ya Mêrdînê di 6’ê cotmehê de mêrê bi navê Halîl Bîkîç (56) hevjîna xwe ya du mehî ducanî bû Semîra Bîkîç (22) ya Fasî qetil kir.
 
Li navçeya Artuklu ya Mêrdînê li taxa Saraçoglu di 6’ê cotmehê de mêrê bi navê Halîl Bîkîç yê 56 salî hevjîna xwe ya ducanî ya Fasî Semîra Bîkîç ya 22 salî qetil kir. Halîl rojek şûnde hat girtin. Halîl ê ku dest ji hevjîna xwe ya berê berdabû, li Fasê jina bi navê Semîra nas kiribû û pê re zewicî, anî Mêrdînê. Hat hînbûn ku 5 meh bûn zewicî bûn. Li gorî agahiyên ji cîranan hatiye girtin, roja bûyer hatiye jiyîn û roja beriya wê, nebûne şahidê nîqaşên di navbera wan de.
 
‘Du mehî ducanî bû’
 
Cîranan diyar kir ku ew nebûne şahidê nîqaşa wan û wiha got: “Ev mêr berê zewicandibû. Lihev nekirin û hev berdan. Piştre çû derveyê welat. Li Fasê hev nas kiribûn. Em nizanin ka mehra wan a fermî heye an na. Lê du mehî ducanî bû.”
Piştî bûyerê nayê zanîn ku cenazeyê Semîrayê teslîmî kê hatiye kirin û Halîl Bîkîç jî piştî bûyerê hat girtin û şandin girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.