‘N.A. ji ber forma wê tunebû ji dibistanê hat avêtin’

  • 09:20 20 Cotmeh 2018
  • Jiyan
AMED - Bahar Karakaş Ulug a KESK’î diyar kir ku divê ji N.A. ya ku ji ber formaya wê ya dibistanê tunebû ji dibistana Navîn a Mesut Yilmaz a Baglarê hatiye derxistin û ji malbat wê lêborîn bê xwestin û wiha got: “Ji vê bûyerê desthilatdariya heyî û pergala perwerdeyê berpirs e. Daxwaza min ev e ku derbarê rêveberiya dibistanê de lêpirsîna cezayî bê destpêkirin.”
 
Zaroka bi navê N.A. ya diçe pola 5’an a Dibistana Navîn a Mesut Yilmaz a Navçeya Baglar a Amedê ji aliyê alîkarê midûr ve bi hinceta formayê wê yê dibistanê tune ye, li ber hevalên wê hatibû biçûxistin û ji dibistanê hatibû avêtin. Di rojên borî de nûçeya wê di ajansa me de ket rojevê. Ji ber bavê N.A. naxebite derfetê wan tunebû ku forma bikirin û helwesta rêveberiya dibistanê jî rastî bertekên rayagiştî hatibû.
 
Sekretera Jinan a BTS’ê û Berdevka Demî ya Platforma KESK’ê ya Amedê Bahar Karakaş Ulug derbarê mijarê de axivî û wiha got: “Ez ji raya giştî hînî bûyerê bûm. Ez jî dayika du zaroka me. Tevî ku ez û hevjînê xwe dixebitin jî em ji bin lêçûnên zarokan dernakevin. Li ku maye ku bavek ku ji ber krîzê ji kar derketiye, lêçûnên zarokan temam bike. Ev rewş nikare bê qebûlkirin.”
 
‘Desthilatdarî di bûyerên wisa de bi bandor e’
 
Baharê destnîşan kir ku heta ev bê îstîkrariya aborî berdewam bike wê pêkanînên wisa bidomin û got ew ji ber van bûyeran bi fikar in û ev tişt anî ziman: “Zîhniyeta desthilatdar a heyî û pergala perwerdeyê di bûyerên wisa de bingehê amade dike. Mixabin krîza aborî ya reel ji aliyê gel ve tê hîskirin û em bi nûçeyên wisa re tên rû hev. Ev bûyera li Amedê bûyera li Kocaeliyê anî bîra mirovan. Dema min ev nûçe xwend min got ‘înşallah rewşek wisa neyê jiyîn’. Ji ber ev rewş wê bandorek mezin li ser malbat û zarokê bike.”
 
‘Divê tedbîrên cezayî bên pêkanîn’
 
Baharê di dawiya axaftina xwe de got divê demildest derbarê rêveberiya dibistanê de tedbîra cezayî bê girtin û wiha dawî lê anî: “Mamosteyê polê jî tê de, divê hemû rêveberên dibistanê û berpirs derbarê bûyerê de daxuyaniyekê bidin. Divê rêveberiya dibistanê ji N.A û malbatê lêborînê bixwaze. Ji bo pêşî li bûyerên wisa bê girtin divê demildest ceza bê dayîn.Li dijî bûyerên wisa divê her kes hestiyar be û rayagiştî bê avakirin.”