Bajarê Anî Antîk hîna jî eleqeyek mezin dibîne

  • 09:04 17 Hezîran 2018
  • Jiyan
QERS - Bajarê Anî Antîk ê li navçeya Arpaçay a Qersê ye, hîna jî mîmariya xwe ya kevn diparêze û rastî eleqeyek mezin a turîstan tê.
 
Anî Antîk a li nêzî navçeya Arpaçay a Qersê ye û li sînorê Ermenîstan-Tirkiyeyê ye, di navbera salên 961-1014’an de ji gelek şaristaniyan re paytextî kiriye. Bajarê Anî Antîk ê gelek berheman bi xwe re dihewîne, di 15’ê Tîrmeha 2016’an de ket lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO.  Di nav şaristaniyên ku bajarên antîk jê re malovanî kiriye Sakarlar, Sasanî, Qraltiya Bagratli, Bîzansî, Begtiya Şeddat Ogullari, Anî Gurcî Atabeyleri, Dewleta Harzemşah, îlhanî, Selçuqî, Karakoyunî, dewleta Osmanî û Rusya heye.
 
Bajarê antîk ku şopa gelek çandan lê heye, rastî eleqeyek mezina  turîstan tê. Medreseyên li bajarê antîk ji nû ve tên restorekirin û  kevirên ji dêr û medreseyan dikeve jî ji nû ve tên parastin. 
 
Ji roja hatiye avakirin heta niha ji 23 şaristaniyan re malovanî kiriye û di heman demê de Pira Îpekyolu jî di nav xwe de dihewîne.