Çiyayê Elegezê: ‘Evîna ku hestret ava kiriye’

  • 09:02 8 Hezîran 2018
  • Jiyan
QERS - Ermenî û Êzidiyên ji ber qirkirinê koçî Qersê kirine, bi hesret li Çiyayê Elegezê dinêrin û dibêjin 'evîna ku hestret ava kiriye'.
 
Çiyayê Elegezê yê ji navçeya Arpaçay a Qersê tê dîtin û li Ermenîstanê ye, wek birînekê hîn ji aliyê gelên Ermenî û Êzidî yên Kurdistanê ve tê jiyîn. Êzidî û Ermenî yên li gundê Elegezê dijiyan bi fermana ku Osmaniyan derxist, ji bo neyên qirkirin koçî bajarên herî nêz Qers û Îdirê kirin. Çiyayê Elegezê yê ji navçeya Arpaçay  400 hezar metreyî dûr xuya dike, aliyê piştî çiya gundê Êzidî û li aliyê pêş jî gundê Ermeniyan heye.
 
Piştî qirkirina Ermeniyan şûnde Ermenî û Êzidiyên li navçeyên Dîgor û Kaxizmanê bi cih bûn, Çiyayê Elegezê pîroz dibînin. Ermeniyên li gundên Dîgorê dijîn diyar dikin ku ew der cihê dê û kalên wan e û Êzîdî jî dibêjin 'warên wan ên rastî ew der in'. 
 
Ermenî û Êzidî li dijî Elegezê hestetek mezin dijîn.