‘Poşmaniya min ya herî mezin bêdengî bû, hun bêdeng nemînin’

  • 09:08 11 Gulan 2018
  • Jiyan
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Nursel Çalak ku karkera çandiniyê ye û bi salan rastî şîdeta hevjînê xwe hatiye, diyar dike ku poşmaniya wê ya herî mezin bêdengî bûye. Nursel vê peyamê dide jinan: “Tunebûna wî mêrî ji bo min ji hebûnê baştir e. Ji ber bi salan ez bêdeng mam, ez poşman im. Hûn wek min nekin.”
 
Karkera çandiniyê Nursel Çalak di temenê biçûk de hatiye zewicandin û bi salan rastî şîdetê hatiye û piştre mêr wê terk dike. Nursel vê rewşê bêguman pir baş dibîne. Nursel bi tena serê xwe li zarok, xezur û xwesûya xwe dinêre.  
 
Hemû pereyê wê xesp dike
 
Nursel di jiyana xwe ya 32 salan de rastî her cureyê şîdet û zextê hatiye û ji ber vê karkeriya çandiniyê kiriye.Nusel bi mehra olî tê zewicandin û piştre ew mêr bi jinek din re dizewice.  Hevjînê wê her tim pereyê wê jî dester dike.
 
Poşmaniya wê bêdengî bûye
 
Nusel wiha dibêje: “Her ku ez bêdeng mam ev hatin serê min. Bila jinên din wisa nekin. Bila li dijî zilm û zextê bisekinin.  Ez bi biçûkatî hatim zewicandim. Bi zarokên xwe re mezin bûm. Her tim rastî şîdetê hatim. Niha ya herî zêde êşê dide min jî eve ku ez li dê û bavê wî mêrî dinêrim. Ew her tim ji bo kurê xwe bêdeng man. Şîdeta bi salan min dît hemû jiyana min ji destê min hat girtin. Ji bo her kes rehet bijî min xwe feda kir. 
 
Ji bo ez hewcedarê kesî nebim dixebitim. Her sibeh şefaqê radibim û li pîkaban siwar dibin û dikevin rê. Em beramberê keda xwe nagirin. Roja me 50 TL ye. Ewlehiya tenduristiya me tune. 
 
Şert û merc baş bin emê jî rehet bikin.”