Pira Sîrînusê bi tunebûnê re rû bi rû ye

  • 09:02 6 Gulan 2018
  • Jiyan
COLEMÊRG - Pira Sîrînus a li gundê Sîrînus a Şemzînanê ye, bi xeteriya tunebûnê re rû bi rû ye. Gundiyan diyar kir ku tevî bi dehan carî serlêdan kirine jî pira nehatiye tamîrkirin.
 
 Pira Sîrînusê  ya li gundê Sîrînus ê Şemzînana Colemêrgê ye, di 1986’an de hatiye çêkirin û gel di ser vê pirê te derbas dibe. Lê pira niha bi xeteriya hilweşînê re rû bi rû ye. Welatiyên ku bi derfetên xwe pir çêkirine û pê xwe digihînin bajar, ji ber barana zêde êdî nayê bikaranîn û li ber hilweşînê ye.
 
Welatiyan diyar kir ku  berê ji bo xwe bigihînin bajar û zozanan ben bi dara aliyê din ê çem ve girêdan û wiha derbasî aliyê din dibûn û gotin ger ku niha pira neyê tamîrkirin jiyana wan dîsa bikeve xeteriyê.
 
‘Beriya ku tiştek bê serê me bila pirê tamîr bikin’
 
Gundiyan destnîşan kir ku heta niha serî li her derê dane lê bersiva ‘wê îsal bê çêkirin’ girtine û gotin: “Bi vî awayî me mijul dikin. Wê ji bo hilbijartinan bên dengan bixwazin. Gelo rûyê wan heye bên?Çêkirina rê û piran peywira wan e. Lê wekî ku bexşî me dikin tevdigerin. Bi salane em bi derfetên xwe pirê tamîr dikin. Lê çawa baranek dibare kevirên wê dikevin. Berî ku tiştek bê ser kesekî divê pira bê tamîrkirin.”