Xeyala Sofyayê li welatê wê jiyanek azad e

  • 09:02 11 Nîsan 2018
  • Jiyan
Hîkmet Tunç\Dîlan Babat
 
WAN - Sofîa Abdullahzade ya ji zextên rejîma Îranê revya, tevî her tiştî hewl dide vegere welatê xwe. Sofîa ji xwarinên xwe bigire heta cil û bergên xwe  çanda xwe dide jiyîn.
 
Sofîa Abdullahzade ya ji rejîma Îranê ya zextxwir a mafên jinan nasnake reviya û hat Wanê, sê sal berê ji ber fikr û ramanên xwe yên siyasî neçar ma ji Îranê koçî Wanê bike. Sofîa Abdullahzade li vir xwarinên welatê xwe çêdike û pê debara xwe dike. Sofiyya ku pîşeya wê ya esas muhasebe ye û ligel vê zimanên farsî, erebî, kurdî, ingîlîzî û tirkî jî dizane.
 
Her tiştê wê ji Îranê tê
 
Sofîa ji cil û bergên xwe bigire heta xwarinên  dixwe çanda xwe dide jiyîn û ev tişt anî ziman: “Gelek alavên ez ji vir nabînim, ez bi hevkariya dayika xwe ji Îranê tînim.  Em cîran bin jî çanda me cuda ye. Ger rejîmê destur bida me çanda xwe bijiya wê nirxên me gelek pêş biketa.”
 
Gelek nebat ji destê jinê tên ser sifrê
 
Sofîayê bi lêv kir ku Îran di alî ekolojîk de hezar cure nebatî dihewîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Min yek cureyekê wan nebatan li Wanê nedît. Em ji tovên kulîlkan jî nebatên ku dikarin di xwarinan de bikar bînin hildiberînin. Tovên em ji kulîlkan digirin hene. Em ji vî tovî re dibêjin ‘zaferan’.Dema em zaferanê hişk dikin, sor dibe. Em vê di ava germ de dem dikin û bi vê girarê xwe çêdikirin û em sosa goşt çêdikin. Hem bîhna wê hem tehma wê gelek xweşe. Tehma wê pir zivik e.”
 
‘Ez dixwazim vegerim welatê xwe’
 
Sofîayê di dawiyê de destnîşan kir ku hemû dewlemendî ji aliyê rejîmê ve tên tunekirin ûw iha dawî li axaftina xwe anî:  “Mirov deqeyekê nikarin vekirî derkevin ber derî.Ji ber em penaberin em nikarin vegerin welatê xwe. Girtin û vekirin mirovan eleqeder dike. Xeyala min ya herî mezin vegerim welatê xwe û azad bijîm.”