Nebahat ya di temenê biçûk de hat zewicandin:Em bi hev re têbikoşin

  • 09:40 10 Nîsan 2018
  • Jiyan
Hîkmet Tunç\Zeynep Turgut
 
WAN - Nebahat Ozan ya di temenê biçûk de hat zewicandin û rastî îstîsmara zayendî û şîdeta sîstematîk hat, çîroka wê bersivek li dijî zîhniyeta mêr ya destura mehra olî dide miftiyan e. Nebatê zewaca xwe wek bi zindî bikeve gorê bi nav dike û wiha got: “Divê jin li dijî zewaca zarokan têbikoşin.
 
Têkoşîna rêxistinkirî ya jinan a li dijî zewaca zarokan bi salane didome û desthilatdarî jî bi qanûnên derdixe pêşî li vê pirsgirêkê vedike. Jinan ewil li dijî qanûna der barê zarokên rastî îstîsmarê tên divê bi îstîsmarkar re bê zewicandin têkoşîn dan û li pey vê jî qanûna ku destura mehrê dide miftiyan ket rojevê. Lê li dijî îstîsmara zayendî komîsyona li Meclîsê hatiye avakirin, wek çareserî xesandinê nîşan dide. Ligel vê di cezayan de sînorê temenê 12’yî tê pêşniyarkirin.
 
Nebahat Ozan ya li gundê Engîl ê Artemît a Wanê dijî yek ji hezaran jinên di temenê zarokatiyê de hatiye zewicandinê ye. Nebat ya 65 salî di bin navê zewacê de bi salan rastî şîdeta zayendî û îşkenca sîstematîk tê.
 
Nebahat a dema roja zewaca xwe vedibêje ditengije wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hemû jinên li gund di temenê biçûk de dihatin zewicandin. Hîna jî wisa berdewam dike. Ji ber pêkanînên ji qanûnan girantir hene. Rêbazên tund yên di bin navê kevneşopiyan de hene. Ez di 12 saliya xwe de bi mêrekî li gundê me bi berdêlî hatim zewicandin. Ev ji bo min bi zindî çalkirin bû. Ez li dijî vê derketama  jî min nikaribû tiştek bikira. Li ser navê min biryar hatibû dayîn û ez jî qurban bûm.
 
‘Hîna ranezabûm divê ez rabûma’
 
Nebahatê bi lêv kir ku karê malê, karê baxçe û erdan, lênerîna zarokan hemû wê dikir û wiha berdewam kir: “Hemû karê giran bi jinan tê kirin. Divê zarok jî bianiya. Divê li mêran binêrtana. Li zeviyan jin dixebitin. Dema em dihatin malê me çavê xwe digirt, me giraniya lingekî li ser serê xwe hîs dikir. Me digot qey erdhêj çêdibe.  Me çavê xwe vedikir, qêrîna mêrekî. Digot; Te çi kiriye tu radizê.”
 
‘Ez hîna zarok bûm min li zarokan mêze kir’
 
Nebahatê daxuyakirin ku 4 sal piştî zewaca wê zaroka wê hatiye dinê  lê zaroka wê jiyana xwe ji dest daye. Nebahatê di berdewamiyê de wiha got: “Malbatê gotin zarokên wê çênabin û ji bo ku ji hevjînê min re jinek din bînin ketin nav tevgerê. Di wê navberê de ez dîsa ducanî mam. Piştî zaroka min hat dinê, ez difikirîm ku vê zarokatiya xwe çawa li zaroka xwe binêrim. Min û hevjînê xwe li hev nedikir. Ez diçûm mala dayika xwe. Piştî demekê malbatê ez dîsa dişandim cem wî.”
 
‘Divê jin li dijî zewacên zarokan têbikoşin’
 
Nebahatê anî ziman ku hîna li gund zarok tên zewicandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez dixwazim ku tişta min jiya zarokên din nejîn. Berê mirov cahîl bû. Lê mixabin hîna jî zarok tên zewicandin. Divê zarok neyên zewicandin. Divê jin li dijî vê têbikoşin. Ji bilî têkoşînê çare nîne.”