Bastîq û beniyên payiza dereng ên herî xweş in

  • 09:02 27 Cotmeh 2021
  • Jiyan
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Li Mêrdînê ber bi dawiya werza payizê ve dema tiriyê mezrone ye. Ev tirî ji bo çêkirina bastîq û beniyan gelekî baş e. Bi tiriyê mezrone jin çanda kevnare weke her salê zindî dikin. Dema çêkirina dims, bastîq û beniyan e, loma li ser her banî rengê wan dilê mirov xweş dike.
 
Axa Mêrdînê ya ku xwedî dewlemendiyek mezin e, mirovan bi xwe ve dide girêdan. Niştecihên vir piraniya wan debara xwe bi çandiniyê bi dest dixin. Ji ber vê sedemê jî di her werza salê de rengê Mêrdînê cuda xweş e. Bi taybet jî ber bi dawiya payizê ve dema tiriyê Mezrone tê. Tiriyê Mezrone ji bo çêkirina bastîq û beniyan gelekî baş e. Bi taybet jî gelek kes ji bo bastîq û beniyan çêbikin xwe li benda barana yekem dihêlin. Niha tiriyên Mezrone ji bo bastîq û benî bên çêkirin tên çinîn û ava wê tê derxistin. 
 
Çêkirina wan kedek mezin dixwaze
 
Çêkirina bastîq û beniyan kedek mezin dixwaze. Di destpêkê de rezên tiriyan tên çandin. Bi taybetî jî ji bo çêkirina dims, şarab, bastîq û beniyan jî tiriyê Mezrone tê çandin. Piştre tê komkirin, bijartina tirî pêk tê. Herî dawî jî bi xweşikî tê paqijkirin, niha jî ji bo berhemên were bidestxistin amadekarî tê kirin. Ji bo jin keda xwe ji me re parve bikin û binirxînin em li navçeya Kerborana Mêrdînê ne. Em dibin mêvanê Şîrîn Kalkmaz, Wesfîye Toprak û Salîha Altekîn. Hîna bi şev ew dest bi amadekariyan dikin. Tiriyê hatine komkirin tê paqijkirin. Di odeyên ku bi taybet ji bo derxistina ava tirî hatine çêkirin tê komkirin. Telîs li ser ban bi lingan tên herişandin. Ava ku jê derdikeve ji lûlîyan dikeve sîtilan. Niha jî ji bo kelandinê amade dibin.
 
Gelek kes li benda dawiya payizê dimînin
 
Jinên ku em bûne mêvanê wan ji bo kelandinê jî hîna zû radibin. Dest bi kelandina ava tirî dikin. Di kelandinê de jî hinek axa spî xistine nav ku qirêjiya di nav de paqij bike. Ew ax bi qirêjê re li ser quşxaneyan kom dibe û tê avêtin. Wesfîyeyê jî ji me re ev agahî parve kirin: “Gelek kesan hîna di destpêka payizê de dest bi çêkirina bastîq û beniyan kirine. Lê belê li vir bi taybetî dereng tê çêkirin. Ji ber ku ew li benda payiza dereng û çêbûna tiriyê Mezrone sekinîne. Ya herî xweş jî bi ketina barana yekem re çêdibe. Gelek kes li benda wê disekinin. Niha tirî çêbûne û em dest pê dikin. Weke we jî şopand me ji şeva din dest pê kir û niha jî em ê berdewam bikin. Quşxaneya me bi ava tirî tije ye. Pêwîst e were nîvî.”
 
‘Çiqas zehmet be jî berhem xweş e’
 
Salîha di ber çêkirinê re ji me dibêje: “Me ji duh de gwîz û behîvên xwe jî amade kiriye. Me hemûyan bi derziyan bi benan vekiriye. Em ê hinekî li hewa bigirin û daliqînin. Heya ku hinek hişk dibe wê li ber bayê bimîne. Bi taybet jî li ser banê xaniyan tê daliqandin. Me bi nîşandanê re ji we re jî got, çiqas ked dixwaze hûn dibin şahid. Lê belê çiqas zehmet be jî di dawiyê de xweşiya wê heye. Em bi vî rengî gelek berheman derdixin.”
 
‘Berê em li ser rezan diman’
 
Şîrîna 86 salî jî qala demboriya xwe û karê bastîq û beniyan kir. Şîrînê diyar kir ku her ku diçe kar hêsantir dibin û wiha berdewam kir: “Bê guman e ku me berê bêhtir zehmetî dijî. Her ku diçe derfet zêde dibin û tam jî di tiştekî de namîne. Em berê diçûn çolê li cihê rez me kon vedidan. Me tiriyê xwe kom dikir û li wir bastîq û beniyên xwe çêdikir. Heta çend rojan jî em ji wir nedihatin. Em bi zarok ve li wan deran diman. Me zehmetiyek mezin dikişand. Lê ji me re cudahiyek bû. Niha ne wisa ye her kes li ber deriyê xwe eşêva xwe dike.”
 
Piştî bastîq û benî hatin daliqandin di nava çend rojan de tên komkirin û ji bo werza zivistanê tin hêştin. Heya zivistan diqede jî ev tên xwarin.