Jinên ji gundê Erxeniyê: Paqijiya şaredarî nake em dikin

  • 09:11 6 Cotmeh 2021
  • Jiyan
 
AMED - Jinên ji Gundê Pirahmed ê Erxeniyê yên bertek nîşanî pirsgirêka paqijiyê û binsaziyê ya şaredariyê dan wiha gotin:"Ev gelek car in em ji bo pirsgirêkan serî li rayedaran didin lê belê em tu encamê nagirin dest."
 
Li navçeya Erxeniyê ya Amedê li Gundê Pîrahmetd, ji ber binesaziya qels rê li ber hilweşandinê ne û netopkirina gelaşê ji aliyê şaredariyê ve jî rê li ber qirêjiya derdorê vedike. Şêniyên gund diyar kirin ku ew ligel wan bi caran serî li şaredariyê dane jî pirsgirêka wan nehatiye çareserkirin. 
 
'Gelaş nayê topkirin'
 
Jinên ku bertek nîşanî şaredariyê dan diyar kirin ku karê şaredariyê jî ew dikin û gotin ku bi taybetî 2 sal e şaredarî vê helwesta xwe berdewam dike. Ji gundiyan Cahîde Guner got, "Ji ber ku şaredarî gelaşê kom nake li gund kêzik û mêş gelek zêde bûne. Xebatkarên şaredariyê tu karî nakin û erka xwe bi cih naynin. Em bi xwe gelaşa gund top dikin û hewl didin gundê xwe paqij bihêlin. Li gel ku dibêjin em ê çareser bikin jî nakin."
 
Cahîde di berdewamiyê de anî ziman ku ji ber krîza aborî ew pêdiviyên xwe jî nikarin pêk bînin û li gel vê jî bi binesaziya gund û paqijiya gund re mijûl in.
 
'Xaniyên me di bin avê de dimînin'
 
Sorgul Yer jî got ku ji ber binesaziya gund qel se û nayê zexmkirin li gund golên heriyê çêdibin û ji ber ku sereb nayên paqijkirin malên wan di bin avê de dimînin.  Songul di berdewamiyê de ev tişt got,"Ji ber ku boriyên avê nayên tamîrkirin û sereb nayên paqijkirin rê dibin avê de dimînin û ava heta ber mala me hatiye. Li gel ku em serî li şaredariyê didin jî pirsgirêk nayê çareserkirin .Di warê paqijiyê de em pirsgirêkan dijîn. Zarokên me di heriyê de dimînin û ji ber vê nexweş dikevin. Rewşa gund qet nebaşe e .Ger ku binesaziyeke zexm hebûna wê xaniyên me di bin avê de nemana û bîhna nexweş li derdorê belav nebûna. Em bang li rayedaran dikin ku pirsgirêka me çareser bikin."