'Veguhestinên bajarvaniyê gel mexdûr, dîrokê tune dikin'

  • 09:03 28 Îlon 2021
  • Jiyan
AMED - Hevseroka TMMOB’ê Selma Aslan da zanîn ku xebatên veguhestina bajarvaniyê bê navber didomin û got:"Xebatên li seranserê bajar tên kirin tenê gel mexdûr nake, dîroka gel jî tune dike."
 
Li gelek navçeyên Amedê xebatên veguhestina bajarvaniyê didomin û di rojevê de cihê xwe diparêze. Di 18'ê Tebaxa 2017'an de bi îmzeya Serokomarê AKP'î Recep Tayîp Erdogan Taxa Fîskayayê ya girêdayê navçeya Yenîşehîrê ya Amedê wek 'qada bi rîsk' hat îlankirin. Ji aliyê Serokatiya Daîreya Avahiyên Komî (TOKÎ) ve bi projeyên veguhestina bajarvanîiyê ve xaniyên dihatin plankirin ji nû ve bên çêkirin, rastî berteka welatiyan tê. Welatî li dijî hilweşandin û jinûveçêkirina xaniyan e.
 Hevseroka Yekîtiya Odeya Mîmar û Endezyarên Tirk (TMMOB) Selma Aslan der barê projeyên veguhestina bajarvaniyê de ji ajansa me re axivî.
 
'Qada TOKÎ'yan hatiye berfirehkirin'
 
Selmayê diyar kir ku xebatên veguhestina bajarvaniyê zêde bûne û wiha dirêjî dayê:"Ji aliyê Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê ve bi qanûna hejmara 6306'an, gelek herêm wek qada bi rîsk hatin îlankirin û lê xebatên veguhestina bajarvaniyê hat destpêkirin. Bi van qanûnan re qada TOKÎ'yan jî hat berfirehkirin. Bi saya vê bi serlêdana TOKÎ û îdareyê qad wek 'qada bi rîsk' tên îlankirin. Ewil li navçeya Baglarê hat destpêkirin lê di pratîkê de der barê veguhestina bajarvaniyê de hîna xebatek nehatiye destpêkirin. Piştre li dora Taxa Ben û Senê ya navçeya Sûrê avahî hatin hilweşandin. Her wiha tê xwestin ku Taxa Fîskayayê jî di bin navê veguhesetinê de bê hilweşandin. Lê der barê vê de agahiyek zelal nedan me."
 
'Proje tên veşartin'
 
Selmayê bi lêv kir ku projeyên li Fîskayayê tên çêkirin ji gel re vekirî nayê çêkirin û wiha dirêjî dayê:"Ji ber vê jî em nizanin ku di çarçoveya xebatan de çi xebat tên kirin. Çiqas avahiyên bi rîsk hene, çiqas avahiyên arkeolojîk dîrokî hene yan jî di xebatan de cih digirin, ji rêxistinên pîşeyî û gel re nayên parvekirin. Di vê pêvajoya ku krîza aboriyê giran bûye de, hilweşandina xaniyan wê gel bike zorê. Em dizanin ku gelê Fîskayayê di alî aboriyê de çawa zehmetiyan dikşînin. Beşeke mirovan bi çandiniyê debara xwe dikin. Dibêjin ku welatiyên ku xaniyê wan hildiweşînin wê hewcedariya wan peyda bikin. Lê ev çiqas pêk bê kes nizane."
 
'Hewl didin qada rantê ava bikin'
 
Selmayê di berdewamiyê de wiha bi lêv kir:"Li şûna ku mirov bên mexdûrkirin, xaniyê wan bê hilweşandin bila xebatên çêkirin, başkirina xaniyan bikin. Her wiha beriya ku li qadekê xebat bê kirin divê nêrîna gel bê girtin. Divê xebatên bên kirin hevpar bin. Her wiha ji bo mirovên ku di TOKÎ'yan de pirsgirêkan dijîn divê xebatek bê kirin. Lê îro mirov tên mexdûrkirin û hewl didin qada rantê ava bikin. Hewl didin xaniyên yektîp bên çêkirin û mirovên yektîp biafirînin."
 
'Dîrok jî tê tunekirin'
 
Selmayê her wiha di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser xebatan û got bi xebatan re dîrok jî tê tunekirin û wiha dawî lê anî:"Xebatên tên meşandin bêguman ne tenê derbarê veguhestinê de ye. Di heman demê de ev xebat li dijî dîrok, çandê ye. Li Sûrê piştî pevçûnan, ji bo tunekirina dîrokê, hin xebat hatin meşandin. Dema mirov li qadên ku xebat lê hatine meşandin dinêrin, mirov vê aşkera dibînin. Em dikarin bêjin heman tişt ji bo Fîskayayê jî derbasdar e. Tenê gel mexdûr nakin, dîrokê jî tune dikin."