Li Tuşbayê lehî rabû

  • 10:56 25 Îlon 2021
  • Jiyan
 
WAN - Li taxa Seyrantepe û Beyuzumu ya navçeya Tuşbaya Wanê ji ber barana zêde lehî rabû û gelek avahî ji ber lehiyê zirar dît. 
 
Li Wanê ji ber barana zêde li taxên Beyuzumu, Seyrantepe ya girêdayê navçeya Tuşbayê lehî rabû. Gelek jêrzemînên avahiyan di bin avê de man. Malbat ji jêrzemînan amadekariyên ku zivistanê lê bû hewl didin ku derxin. 
 
Li taxa Beyuzumu di encama lehiyê de xaniyek di bin avê de ma û zarokên li malê bi alîkariya cîranan hatin rizgarkirin. Her wiha ji hêla rayedaran ve heta niha alîkariyek nehatiye kirin. Li taxê ceryan hatiye qûtkirin. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û endamên meclîsa şaredariyê yên HDP'ê yên Tuşbayê çun taxên ku ji ber lehiyê zirar dîtine. Hevdîtina HDP'ê li taxê bi şêniyan re didome.