DEDAŞ'ê li Farqînê jin tehdît kirin

  • 14:46 24 Îlon 2021
  • Jiyan
AMED - Jinan li farqînê DEDAŞ'a xwest saetên wan ên ceryanê li ser dîrekan bi cih bike asteng kir. Rayedarên DEDAŞ'ê jî jin tehdît kirin û gotin, "Em ê careke din li gel polîsan bên."
 
Şîrketa Belavkariya Ceryanê (DEDAŞ) bi hinceta ku wê "bikaranîna ceryana kaçak asteng bike"  li gelek bajarên herêmê û navçeyên wan xwest saetên ceryanê li ser dîrekan bi cih bike. Welatî bertek nîşanî vê helwesta DEDAŞ'ê didin. Ji van cihên ku bertek lê hatin nîşandan yek jê jî navçeya Farqîna Amedê ye. 
 
Jinan li taxa Mescîd û Konak û li Kolana Elasê derxistina saetan a DEDAŞ'ê ya ser dîrekan asteng kirin. Li ser astengkirina jinan rayedarên DEDAŞ'ê jin tehdît kirin û gotin, "Em ê careke din li gel polîsan bên."
 
Jinan diyar kir ku DEDAŞ careke din jî bê ew ê dîsa asteng bikin.