'Qeyûm dewsa pirsgirêkan çareser bike tenûran xera dike'

  • 09:09 24 Îlon 2021
  • Jiyan
 
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Qeyûmê ku li Şaredariya Qoserê hatiye tayinkirin ji aliyekî radigihîye ku ew ê bi 2 milyon TL butçeyê tenûran çêbike lê ji aliyekî ve jî tenûrên jinan li Taxa Turgut Ozal a girêdayî navçeya Qoserê ye bi keda xwe çêkirine xera dikin. Jinên li dijî vê yekê bertek nîşan dan, bi lêv kirin ev nêzîkatiyek li dijî keda jinê ye û gotin ew ê li dijî vê xerakirinê li berxwe bidin.  
 
Qeyûm li Taxa Turgut Ozal a girêdayî navçeya Qoserê ye tenûrên welatiyan çêkirine xera kir. Li gorî tê îdakirin jî wê li cihê tenûrên hatine xerakirin jî cihê werzîşê were vekirin. Heman qeyûm li taxeke din bi sernavê "Tenûrên Keda Jinê yên Qoserê" dest bi çêkirina tenûran dike ku wê bi qasî 2 milyon lîrayê tirkî li vê pirojeyê xerç bikin. Welatiyên Taxa Turgut Ozal li hemberî vê nêzîkatiya qeyûm bi bertek in û dibêjin şaredarî ji aliyekî dibêje em ê tenûran çêbike lê li aliyekî din jî tenûrên wan bi keda xwe çêkirine xera dikin. Her wiha jinan gotin qeyûm hem li ser keda wan rûdinê hem jî xizmetê nake. 
 
'Şaredari xizmetê nake'
 
Şîrvan Kaymaz bi bîr anî ku şaredariyê projeya keda jinê û çêkirina tenûran daye destpêkirin lê belê ji aliyekî jî tenûran xera dike. Şîrvanê da zanîn şaredarî tu xizmetê ji wan re nake û wiha got:"Li gorî agahiyên me girtine jî ev pojeya wan bi qasî 2 milyon dirav lê tê xerckirin. Em jî welatiyên vir in çima gelo ji me re ev derfet nayên dayîn? Ji aliyekî dibêjin em ê tenûran çêbikin ji aliyekî jî tenûrên ku me bi derfeta xwe çêkirine xira dikin. Şaredarî ji me re tu xizmetê nake. Erdê şaredariyê tê wateya erdê gel, tê wê wateyê ku di bin xizmeta gel de divê werin bikaranîn. Lê belê çawa li berjewendiyên wan tên wisa bi kar tînin. Tişta me bihîstiye jî wê li ber avahiyên me cihê werzîşê çê bikin. Tê gotin wê ev erd bê firotin û dê li ser vî erdî dibistana taybet bê çêkirin lê belê ev pereyê ku dê bigirin tê biçe ku derê? Em vê yekê erê nakin. An wê ji bo welatiyan were bikaranîn, an jî wê vala bimîne. Ji bo vê çi pêwîst dike jî em ê bikin."
 
'Ya ku dikin zilm e'
 
Yildiz Akyol jî diyar kir ew ji şaredariyê daxwaza kar û xebatê dikin û berteka xwe wiha parve kir:"Ev erda ji bo îmarê hatiye vekirin. Şaredarî jî ne ji bo welatî jê sûdê bistînin wê bi kar bîne, di ber berjewendiyên xwe de xerc dike. Xaniyên me di nava cadeya mezin a ku 24 demjimêran maşîne li ser ranawestin dimîne. Cihek tu biçiyê, lê kom bibî tune ye. Ewqas şêniyên Qoserê li vir in perqek tune ye. Ya ku dikin zilm e. Em hemû jî aciz in. Em ê destûrê nedin, çi pêwîst bike em ê bikin."
 
'Şaredarî ne sûdê zirarê dide'
 
Çîçek Boz jî got qeyûm reklamên xwe li ser binpêkirina keda jinê dikin, wan heya niha xizmet nedîtiye. Çîçekê diyar kir ku li dijî çareseriyê ji wan re pirsgirêkên mezintir diafirînin û wiha berdewam kir:"Niha em di aliyê aboriyê de pirsgirêkên mezin dijîn. Dibe ku wekî tiştekî biçûk bê dîtin lê pehtina nan a bi xwe ji me re sûdek e. Em ji mesrefeke mezin xilas dibin. Niha em diçin ji firinê distînin. 2 jinên taxa me jî ji bo nanê xwe li tenûrê bixin çûne taxeke din. Bi kîlometreya rê çûne ji bo nanê xwe li tenûrê bixin. Ger ku hûn ê ji jinê re xizmetê bikin ev ne xizmet e. Va we tenûr xira kir gelo ji bo çi? Ma ne erdê şaredariyê ji bo xizmeta gel tê bikaranîn. Madem wisa ye çima hûn difiroşin. Em firotina vir qebûl nakin. Em ê giliyê xwe bikin heta ku hûn jî wê xizmetê dikin. Bi dehan pirsgirêkên me yên bi vî rengî hene. Binêrin çend zarokên min hene diçin dibistanê. Heta ku diçin û tên ji ber rê destên me li ser dilê me ye. Cadeyek ku 24 demjimêran dixebite ye. Li ser daxwaz û giliyên me jî pirek çênekirin ku bi rehetî zarok derbas bibin."
 
'Bila vir bikin parq'
 
Semra Tunç jî da zanîn çar hawîrdorê wan bi betonan hatiye dorpêçkirin û wiha got:"Ev parçeyê erd me ji xwe re kiribû şînkayî û me tê de tenûr çêkiribû. Me her tiştê xwe yê taxê bi derfetê xwe çêkir lê şaredariyê hat xera kir. Vê derfeta me jî ji destên me stendin. Ev zilm e û zordestî ye. Rexmê bertek û nerazîbûnan jî ew xera kirin. Em dizanin vê jî ne ji bo derfetên gel ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin. Lê wê ne xwestekên dibistana taybet a tê xwestin bê çêkirin ne jî xwestekên qeyûm bên cih. Madem ku xizmetê nakin, nikarin me ne rehet jî bikin. Dibistana taybet a li vir hatiye çêkirin nahêle heta derengê şevê em rakevin. Ji ber dengê wan em ne rehet in. Me bê hizûr hiştine. Ger ku dixwazin tiştekî bi sûd bikin bila vir bikin parq."
 
'Çar hawirdorê me girtî ne'
 
Xurbet Yalin a ku 2 zarokên wê yên astengdar jî hene wiha qala pirsgirêkên li taxê dijîn dike:"Xirakirina tenûrê pirsgirêka me ya dawî bû ku kêr gihand hestî. 2 zarokên min ên astengdar hene. Derdora me girtî ye ez ê nikaribim wan derbixim ber derî jî. Li derdora me perqek jî tune ye. Ger ku nehiştin em erd ji bo xwe bi kar bînin, bila ji bo hemû taxê tiştekî bi sûd bikin. Bila bikin parq da ku em jî bikaribin zarokên xwe derbixin."
 
'Em destûrê nadin'
 
Rojda Tunç jî bal kişand ser pirsgirêkên dijîn û daxwaza alîkariyê kir. Rojdayê wiha got:"Ez weke ciwanekê dibêjim. Li derdora me ne parqek ne jî cihekî civakîbûyînê heye. Cihê ku jin lê kom dibûn û diciviyan tenûr bûn. Cihê ku me aktivîtek lê dikir tenûr bûn. Ew jî hatin xerakirin. Li aliyekî me cihê dawetê, li aliyekî din cadeya mezin, li aliyê din jî dibistan heye. Ev cih di destên me de maye. Em destûrê nadin ku wê jî bikin cihê werzîşê. Pêwîst e ji bo me bikin parq an jî li cihê tenûrên xera kirine yên nû çêbikin."
 
'Qeyûm dewsa pirsgirêkan çareser bike tenûran xera dike'
 
Asya Durgan jî anî ziman qeyûm dewsa pirsgirêkan çareser bike tenûran xera dike, dewsa cihê xerakirina tenûrê karên girîngtir ên şaredariyê hene û wiha berdewam kir:"Bi sedan pirsgirêkên taxê hene. Li cihê ku wan pirsgirêkan çareser bikin tenûran xira dikin. Ya ku kirine zilm e. Çima bi taybet vê taxê wisa dikin? Li her cihî propagandaya çêkirina tenûran dikin. Lê li aliyekî din jî tenûrên jin bi keda xwe çêdikin xera dikin."