Xanim Qabul: Em bi hesreta jiyana berê û axa xwe ne

  • 09:05 14 Îlon 2020
  • Jiyan
 
 
ŞIRNEX - Xanim Kabul a ku ji gundê Avyan ê Şirnexê ji ber  zilma dewletê ji gundê xwe koçber bûye cudahiya di navbera jiyana berê û niha de nirxand û got: “Tu xweşiya jiyanê niha nema ye û tu kefxweşiya wê nîne. Jiyana niha li ser pere hatiye avakirin. Ji ber wê di vê serdemê de birçîbûn û belengazî zêde bûye. Em bi hesreta jiyana berê û axa xwe ne.”
 
Berî ku serdema kapîtalîst pêş bikeve jiyaneke xwezayî hebû. Bi taybetî jî li gundan jiyaneke komunal hebe û her kesî hemû pêdiviyên xwe bi destên xwe bi awayekî xwezayî hildiberand. Çandinî, çand, xweza, tendûristî û jiyan xwezayî bû. Berê li gundan gel bi sewalkariyê û hilbirînê debara xwe dikir û ev bi awayeke hevpar pêk dihat. Lê niha xweza roj bi roj dimre û mirovahî, civak ber bi aloziyeke mezin ve diçin. Piştî pêşketina teknolojiyê û kapîtalîzmê hem xwezaya gundan hat tunekirin û hem jî welatî bê cih û war man. Wekî ku ev hemû jî têrê nakin li herêmê şêniyên gundan bi destê dewletê ji gundên wan tên derdixin. Dayika bi navê Xanim Kabul a 82 salî ku yek ji van şêniyan û ji gundê Avyan Şirnexê ye, di salên 90’î de ji bo bibin cerdewan zext li ser malbata wê tê kirin. Xanim û malbata wê ku vê qebûl nakin, bi darê zorê ji aliyê dewletê ve ji gundê xwe tên derxistin. Xanim ev 31 sal e li Şirnexê bi cih bûye. Xanim, ji me re bahsa jiyana berê û niha û ya gund û bajêr vegot.
 
‘Jiyana gund zehmet bû lê xweş bû’
 
Xanimê, got ku berê jin bi axê re zêdetir mijûl bûn û wiha bahsa jiyana gundan kir: “Jiyan li gundan zahmet bû û xizanî jî gelek hebû. Lê li gel zahmetiyê xweş jî bû. Berê civak zêdetir zana bû. Me hemû tişt bi destên xwe dikirin. Em berê diçûn zozanan, bi mehan li zozanan diman. Me pez xwedî dikir. Mast, penêr û rûn çêdikir. Me bax û baxçe diçandin û hemû yan bi destên xwe mezin dikirin. Wekî ku em zarokên xwe mezin bikin. Me berê bêrîvanî dikir. Jiyana zozanan gelek xweş bû. Em hemû tim bi hev re bûn û me bi hev re karên xwe dikir. Ez çûme gelek zozanan.  Me berê tûrik û merş çêdikirin. Ev merş û tûrikên ku me çêdikirin dema ji me re lazim dibûn me bi kar dianîn. Me genimê ji bo aravan bi destên xwe çêdikir. Bi aşê avê me genim dihêra û dikir arvan. Me genim palehî dikir û me genim,ceh û hwd. bi bi dasê bi destên xwe diçinîn  Me kizwan kom dikirin û dikir qehwe an jî ji bo xwarineke din bi kar dianîn.”
 
‘Tu xweşiya jiyanê niha nema ye’
 
Xanimê, da zanîn ku berê li gel zametiyan jiyan bi wate bû û wiha berdewam kir: “Li gel zametiyên jiyanê berê hizûr û xweşî hebû. Xebata me pir bû, lê  di wê demê de nexweşî kêm bûn. Di serdema me ya niha de nexweşî gelek zêde bûne. Berê dema kes nexweş diket bi dermanên xwezayî yên dihatin çêkirin dihatin başkirin. Ji her cureyê giya derman dihatin çêkirin. Tu xweşiya jiyanê niha nema ye û tu kefxweşiya  wê nîne. Niha jiyan hemû bûye pere. Di vê pêvajoyê de birçî bûn û belengazî zêde bûye. Berê ceryan tune bû. Me lamp, fanos û lokiz pêdixistin. Wê demê radiyo hebûn, me nûçe ji radiyoyê  dişopandin. Bê ceryanî zahmet bû lê wê demê jiyan bi wate bû. Em hemû kom dibûn, me stran digotin û çîrovk vedigotin. Dengbêjên me hebûn. Lê niha jiyan hêsan bûye lê bê wate bûye ji ber televîzyonê zarok êdî çîrokan gûhdar nakin. Dengbêjî jî ne wek berê zêde ye. Ji bo me ev serdem xetertir e. Ji ber ku bandorê li ser zimanê me dike û her ku diçe bikaranîna kurdî kêm dibe. Em diçûn dawetan û me stran digotin û govend digerand. Vê jî zimanê me dewlemendtir dikir.”
 
‘Axa me ji bo me gelek bi qîmet e’
 
Xanimê, di dawiya axaftina xwe de got di vê pêvajoyê de tu xweşiya jiyanê nemaye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji 30 salî zêdetir e ez hatime bajêr. Piştî em hatin bajaran şûnde jiyan li me herimî. Em li bajêr nikarin wek jiyana gund bijîn. Jiyana bajêr ne zêde zehmet e, lê xweşiya wê tune ye. Niha teknolojî pêş ketiye lê tu tişt nayê çareserkirin. Axa me ji bo me gelek bi qîmet e. Hêviya min ew e ku em di rojên azad de biçin li ser axa xwe û gundê xwe bijîn. Em bi hesreta axa xwe mane.”