Yên bi çandinî û sewalkariyê re mijûl dibin nokteyên alternatîf ên firotinê dixwazin

  • 09:07 27 Tîrmeh 2020
  • Jiyan
DÊRSÎM - Jinên li gund jiyana xwe didomînin, bang kirin ku divê ji bo kesên bi çandinî û sewalkariyê re mijûl dibin nokteyên firotinê bên avakirin û piştgirî bê dayîn.
 
Welatiyên bajarên metropol tercîh nakin, xwezayê tercîh dikin û li gundên xwe bi çandinî û sewalkariyê debara xwe dikin. Lê di pêvajoya pandemiyê de ji ber alternatîf tune ne nikarin berhemên xwe bigihînin gel. Jinên li gundê Xiyçiyan a Mezgîrt a Dêrsîmê dijîn, diyar kirin ku ji ber piştgiriya aborî negirtine pirsgirêkên debarê dijîn û bang kirin ku divê ji bo cotkaran piştgirî bê dayîn.
 
‘Divê piştgirî bê dayîn’
 
Turkan Dogan ya 60 salî ku bi sewalkariyê mijûl dibe, da zanîn ku di temenê zarokatiyê de hatiye zewicandin û niha li zarokê xwe yê 20 salî yê astengdar dinêre. Turkanê der barê jiyana gund de axivî û got: “Em bi sewalkariyê re mijûl dibin. Em bîstan diçînin. Em bi hezkirin dikin, bêguman zehmetiyên wê jî hene. Divê ji bo cotkaran piştgirî bê dayîn.”
 
‘Ez nikarim berhemên xwe bifroşim’
 
Meral Demîr ya 53 salî jî ev tişt vegot: “Ez karên xwe bi hezkirin dikim. Em bi sewalkariyê debara xwe dikin. Ez sibehê zû çêlekan didoşim. Ligel sewalkariyê diçim bîstên. Ez bi firotina şîr debara xwe dikim. Kar me dide zorê lê em jê hez dikin. Yekane çavkaniya debara me ev e. Tiştekî din yê em bikin tune ye. Em ji gund hez dikin. Em di nava xwezayê de ne. Em nikarin berhemên xwe her tim bifroşin. Ji ber çavkaniyek din tune em zehmetiyan dikşînin.”
 
Selda Demîr jî balkişand ser jiyana gund û got: “Xweza, çandinî me rehet dike Li aliyê din jî li gorî jiyana bajar zehmetiya wê heye. Jin sibehê zû radibin. Heta derengî dixebitin. Li ser erdan dixebitin. Piranî jin bi sewalan re eleqeder dibin. Bi berhemên wan debara xwe dikin.”