'Ez ê parastina çanda xwe bikim'

  • 09:03 27 Tîrmeh 2020
  • Jiyan
Ferîde Zade 
 
ŞEHBA - Jina bi navê Medya Qedrû ku ji Kantona Şehbayê ye, hîn dema ku zarok bû dest bi dirûna cilên kurdî kiriye. Medya di derbarê karê xwe de diyar kir ku ew parastina çanda xwe dike û wiha got: "Tu tişt li hember daxwaza min nebû asteng, 23 sal bû bi qumaşan cil û bergên kurdî didûrim û çanda xwe di hemû kêliyên jiyanê de zindî dihêlînim."
 
Dîrok bi xwêdana destê jinê hatiye nasîn, di nav dîroka kevnar de yên ku çanda xwe parastine jî jin bi xwe ne. Jinan bi parastina çanda xwe ji nifşên pêşerojê re dîrokek zindî hiştine. Jina bi navê Medya Qedûr ku 40 salî ye û dayika çar zarokan e, li navçeya Ehrezê ya Kantona Şehbayê dijî. Medya bi destên xwe yê kedkar şopa dayik û dapirên xwe dişopîne. Medya ji 17 saliya xwe de ji dayik û xwîşka xwe hînî dirûtina cilên kurdî dibe û heta roja îro jî li pey şopa dayika xwe dimeşe. Medya qala xebata xwe ya 23 salan kir û bi ajansa me re parve kir. 
 
'23 salin cil û bergên kurdî didûrim'
 
Medya di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ew bi dirûna cilan çanda xwe diparêze û wiha got: "Jin bi efrîneriya xwe tên nasîn. Ez jî bi dirûnkariye çanda xwe diparêzim. Di dema borî de gelek zehmetî hebûn li hember jinan. Jin nikaribûn bi rehetî derkevin derve, lê tu tişt li hember daxwaza wan nebû asteng û li ber ya min jî nebû asteng. 23 sal bû bi ji qumaşên cûr bi cûr cil û bergên kurdî didûrim û çanda xwe di hemû kêliyên jiyanê de zindî dihêlînim. Her wiha navçeya Ehrezê bi pêkhateyên ereb tê nasîn û gelek jinên ereb hene ku ji mala xwe dernediketin û li pêşî wan gelek bend hebûn, lê piştî Şoreşa Rojava jinên ereb jî bendên koletiyê hilweşandin û ji nebûnê hebûn afirandin û destkariya xwe pêş xistin."
 
'Ez parastina çanda xwe dikim'
 
Medya di domandina axaftina xwe de behsa karê dirûtinê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Min ji 17 saliya xwe de dest bi karê dirûtinê kiriye û bi dirûtina cil û bergan ez parastina çanda xwe dikim û karê xwe hîn zêdetir bi daxwaz pêş dixînim. Karê dirûtinê ez ji dayik û xwîşka xwe hîn bûm. Di destpêkê de min cilên zarokan didûritin, piştî ku xebata min pêş ket cilên dayikên temen mezin ên ku di navçeya Ehrezê de tên nasîn dirûtin. Dema ku min dest bi dirûtinê kir, min gelek zehmetî kişad. Lê her ku ez hîn dibûm zehmetî jî kêm dibûn." 
 
'Civaka komînal jiyan û xebata min geş dikir'
 
Medya di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser cûreyên cil û bergan ên li navçeya Ehrezê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di nava kevneşopiyên civaka Ehrezê de herdem jin li hev komdibûn û bi hev re karên destan dikirin. Di wan deman de ez jî bi daxwazek mezin tevlî civata wan dibûm û min jî dirûtina cil û bergan dikir. Civaka komînal jiyan û xebata min geş dikir. Gelek cureyên cilan hene navê wan jî xeftan, ya nû, herdenê, qirme û kurmanckî ne. Nifşên nû ji bo ku çanda xwe ji bîr nekin ez ê herdem parastina çanda xwe ya kurd bikim."