Jinên di nava jiyana gundan de keda wan hat dizîn: Min goreyek jî nekirî

  • 09:05 25 Tîrmeh 2020
  • Jiyan
QERS - Jinên li Bazarcixê dijîn û penîrê navdar ê Qersê çêdikin ji berbanga sibehê heta êvarî dixebitin. Pereyê jinên ku bi binpêkirina kedê rû bi rû tên hiştin ji aliyê mêran ve tên xwarin. Jinên ku li ser vê yekê li zarok û malê jî dinêrin ewlehiya wan a di qada jiyanê de jî tune ye.   
 
Jinên ku ji ber rolên zayendiya civakî û pergala desthilatdariya mêr gelek kar li ser milên wan e hem li bajêr hem jî li gundan beramberê keda xwe nikarin bigirin. Li Bajaroka Dugorê ya Qersê jin debara xwe bi cotkariyê dikin. Jin saet di 03.00'an de diçin axur. Jinên ku çêlekên xwe didoşin, axur paqij dikin, mal paqij dikin û li zarokên xwe dinêrin. Jin ji şîrê didoşin mast, penîr, rûnê nîvhişk çêdikin. Mêr jî tenê difroşin. 
 
Jinên heta êvarî dixebitin ligel binpêkirina kedê bi tundiya aborî, zextê rû bi rû tên hiştin. Mêr dest dixin ser perê jinê. 
 
Perîhan Vargun a 43 salî anî ziman ku ew ev nêzî 35 salan e heman tiştî dike û wiha got:" Dema em serê sibehê radibin  sar e loma carinan em diçin malê bêhna xwe vedidin û xwe germ dikin. Dibe sibeh ez dîsa çêlan didoşim. Ez ji şîr penîr, mast çêdikim. Ne diyar e ku ez berdêla keda xwe digirim an na. Heta niha min ji xwe re goreyek jî negirtiye. 
 
'Ez ewqasî dixebitim lê hatineke min tune ye'
 
Perihanê da zanîn ku ji ber qeyrana aborî karê wan wekî berê ne baş e û wiha got:"Berê ji 20'î zêdetir çêlekên me hebûn. Niha 6 heb hene. Hemû bar li ser milên jinan e. Berî niha 10 salî me mîh û çêlekên xwe dibirin ser çiyayan. Me ew diçêrand. Me heta hiriya mîhan jî bi xwe jêdikirin. Me piştre difirot. Êdî halê me yê em derkevin çiya û nan lêxin nema. Em ewqas kedê didin lê em tiştekî qezenc nakin. Li ser vê yekê hevjînê min dibêje 'Ma ka tu çi dikî tu bi roj û şev li mal e yê ku dixebite ez im'.  
 
'Beramberê keda me nadin me'
 
Sefure Yardimciel (45)  wiha got:"Ez karê mal jî dikim. Vê mehê min rêx jî hişk kir û kir kîsan. Em penîrê Qersê çêdikin û hewil didin debara xwe bikin. Rojeke me digire ku em penîrê navdar ê Qersê çêbikin. Tup an jî ocaxeke me tune ye ku em xwarina xwe jî li ser çêbikin. Em tertan çêdikin û dixin sobeyê û em xwarin xwe li ser sobeyê çêdikin. Hîn gelek kar hene ku dikim. Em van karan hemûyan dikin lê belê beramberê keda me nadin me."
 
'Ev pergala ji aliyê mêr ve hatiye avakirin'
 
Halime Subaşi ya 60 salî wiha got:"Em roja xwe têr û tije derbas dikin. Ez jî bi penîr û mast debara xwe dikim. Keda me tê binpêkirin û di bin navê "şîrê dayikê","berdêl" de zarokên me yên keç tên zewicandin. Em wekî jinên vî gundî gelekî xebitîn û hîn jî dixebitin. Em dixwazin êdî beramberê keda xwe bigirin."