16 salan îşkenca zayendî û fîzîkî ya sîstematîk dît: Kesî li min guhdar nekir

  • 09:16 23 Tîrmeh 2020
  • Jiyan
Şehrîban Aslan
 
AMED - Jina bi navê Y. ku 16 sale rastî şîdeta mêrê ku pê re zewicandiye tê, tevî ku bi dehan carî serî li dozger û qerekolê daye encamek negirtiye. Y. got kes li wê guhdar nake û polîs jî jê re dibêjin ‘tu dîsa hatî, çima hatî’.
 
Di vê pêvajoya ku şîdeta mêr ya li hember jinan gihiştiye asteke dijwar, Peymana Stenbolê jî ya ku jinan diparêze di hedefê de ye. Ji ber jin nayên parastin jî her meh bi dehan jin tên qetilkirin.
 
Çiroka Y. ku 16 sale rastî her cureyê şîdeta hevjînê xwe tê, her tiştî vedibêje. Y. 16 sale tiştên ku dijî ji ajansa me re vegot.
 
‘Mêrê ez pê re hatim zewicandin bi du jinên din re jî zewicandibû’
 
Y. got bi mêrê ku tecawizê wê kiriye re bi mehra olî zewiciye û got: “Piştî vê ez fêr bûm ku di hevjînên wî yên din jî hene. Zarokên xwe jî wek birazî û xwarziyên xwe da nasîn. Hemû malbat jî wisa tembîh kiribû. Piştî ez pê hesiyam ez çûm. Li ser vê malbat û derdora min tehdîd kir. Buxtan kir hustê min. Bavê min li ser vê şîdet li dayik û xwişk û birayên min kir. Ez li ser vê nesekinîm û vegeriyam.”
 
Îşkenceya zayendî dît
 
Y. bi lêv kir ku piştî vegeryaye rastî îşkenceyên giran hatiye û got: “Ev kes bi bahîs, kumar, esrarê re mijûl dibû. Her wiha bi kar dianî. Şîdeta giran li min kir. Ez dîsa çûm cem malbatê. Her du zarokên min jî bebek bûn. Ji min girt. Her roj digeriya digot zarokên te mirine. Ez dîsa ji bo zarokên xwe vegeriyam. Di nav hebûnê de me tunebûn jiya. Ji bo pere bide min, zarokên min birçî nemînin, îşkenceya zayendî li min dikir. Ji ber îşkenceyan diçûm qerekolê. Ez li gel xizmek xwe bicih bûm. Tehdîdên wî berdewam kir. Her şev dihat ber derî. Ez diçûm qerekolê polîs digot ‘tu dîsa hatî, êdî bes e’. Tu tiştek nedikirin. Piştî qerekolê ez çûm dozgeriyê. Dozgeriyê jî ez dişandim cem cendermeyan. Tevî min derdê xwe ji her kesî re jî got min tu alîkarî negirt. Ez rastî şîdet, tehdîdê hatim lê dîsa vegeriyam. Bi tehdîda mirinê jî bêdeng mam.”
 
‘Min kurê xwe berneda’
 
Y. bi lêv kir ku xwestiye biçe stargehê lê kurê wê 12 salî bûye û kurê wê negirtine û got: “Min kurê xwe tenê nehişt. Ji qerekolan me encamek negirt. Min dîsa serî li dozgeriyê da. Tevî biryara min ya parastinê hebû, malbata min hat derbkirin. Wî mêrî şîdet li bavê min jî kir. Dozger got biçe mala xwe rûne. Got biçe serî li CÎMER’ê bide. Me ji wir jî encamek negirt.”
 
Y. bi alîkariya parêzera Baroya Amedê Oyku Çakmaz gilî dike. Y. piştgiriya ku girtiye wiha vegot: “Ez dikarim bêjim ku hem jiyana min guherî hem jî ez fêrî mafên xwe bûm. Ez vegeriyam jiyanê. Mêrê ez nerehet dikirim çend caran ket girtîgehê. Êdî wek berê min nerehet nake. Car caran dinivîse dibêje ‘ez li vir im’. Lê ez natirsim. Ez ji xwe re li kar digerim. Ger kar jî bibînim ez ê jina herî xurt bim. Bila hemû jin mafên xwe bizanibin.”
 
Parêzer Oyku Çakmak jî der barê mijarê de agahî da û got muwekîla wê neçar maye bi malbata xwe re koç bike û got: “Tevî biryara parastinê, her tim dihat şopandin. Me serî li Dadgeriya Dadgeha Malbatî da. Me biryar derxist ku bi dehan carî biryara parastinê hatiye binpêkirin. Pêvajo bi zehmet be jî biryar hat girtin ku kelepçeya elektronîk pêk bê. Me got hewcedarî bi parastina nêz heye. Ev biryar di alî jinan de û di alî darazê de girîng in. Dadgeh di vî alî de bi sînor însiyatîfê bi kar tînin.”