‘Desthilatdarî hem li vir hem li welatê me zilmê li me dike’

  • 09:09 21 Tîrmeh 2020
  • Jiyan
WAN - Penaberên ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê neçar man axa xwe terk bikin, hîna jî têkoşîna jiyanê didin. Sûriyeyiyên li Wanê bi cih bûne wiha gotin: “Axa me heye. Desthilatdariya vî welatî li wir li zilm li me kir. Em li vir jî hîna zilmê dijîn. Mirov li cem gelê xwe disitirin. Em jî hatin vir.”
 
Li gorî daneyên Mala Şopandinê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ji ber şerê navxweyî yê di 2011’an de li Sûriyeyê dest pê kir, bi mîlyonan kes neçar man axa xwe terk bikin û nêzî 600 hezar kesî di şer de jiyana xwe ji dest dan. Sûriyeyiyên bê war man, li gelek welatên cuda têkoşîna jiyanê didin. Yek ji welatên ku penaberên Sûriyeyê lê zêde dijîn Tirkiye ye. Li gorî îstatîstîkan, li Tirkiyeyê nêzî 5 mîlyon penaberên bi qeyd û bê qeyd hene. Piranî welatiyên Sûriyeyê ne. Penaberên Sûriyeyê yên li Wanê bi cih bûne di şert û mercên giran de dijîn. Li taxa Seyrantepe ya Tuşbayê gelek penaber di konteyniran de dijîn.
 
‘Ez di nava zor û zehmetiyan de dijîm’
 
Fatma Hesen a ji Halebê koç dike, ewil diçe Stenbolê, 6 salan li wir dimîne û piştre tê Wanê. Fatma di 14 salî de bi zor ji aliyê bavê wê ve tê zewicandin û wiha dibêje: “Ez di vî temenî de jî hîna zor û zehmetiyên mezin dikşînim. Piştî êrîşên DAIŞ’ê em neçar man koçber bibin.”
 
‘Her tim jin zor û zehmetiyan dikşînin’
 
Fatmayê daxuyakirin ku dema koçî Tirkiyeyê kirine sê caran hatine girtin û şûnde hatine vegerandin û wiha pê de çû: “Herî dawî em gihiştin sînor. Leşkerên Tirk di rê de li in dan. Ez ji dilê xwe emeliyet bûbûm. Di koçberiyê de min zehmetî kişand. Keça min bi Kurdî got ‘li dayika min nexîne emeliyat bûye’. Li Tirkiyeyê xizmên me hebûn. Em li mala wan bi cih bûn. Heta ku me xaniyek dît. Lê hêza me ya em kirê û ceyranê bidin tunebû. Ji ber vê em li konteynirê hatin bicihkirin. Her tim jin rastî zor û zehmetiyan tên. Yekane daxwaza min ev e ku ev şer bisekine û em vegerin axa xwe.”
 
‘Me got em ji Sûriyeyê ne, kar nedan me’
 
Fatma Îbîşe jî destnîşan kir ku 6 sal berê ji Efrînê koç kirine û rastî pirsgirêkên mezin hatine û ev titş anî ziman: “Em rastî newekheviyê hatin. Me xwest em bixebitin lê gotin hûn Sûriyeyî ne û kar nedan me. Kurê min li vir li lokanteyekê xebitî. Rojane gotin wê 50 TL bidin. Lê roj bi roj kêm kirin. Herî dawî jî nedan.”
 
‘Desthilatdarî hem li vir hem li welatê me zilmê li me dike’
 
Fatma ku pitika wê jî heye, bi lêv kir ku nikarin hewcedariyên xwe jî bigirin û got hewcedariya wan bi kar heye û got: “Ez banga alîkariyê dikim. Wisa nêzî me dikin ku weke ku em ji nav tunebûnê hatine. Yê me jî axa me hebû, darên me yên zeytûnan hebû, mala me, wesayît û karê me hebû. Desthilatdariya vî welatî zilm bi me da jiyîn, ji ber vê em hatin vir. Lê hîna jî zilmê dike. Divê ev şer bi dawî be em vegerin axa xwe. Desthilatdarî hem li vir hem li welatê me zilmê li me dike.”