Li Asarlikê bac heye lê xizmet tune ye!

  • 09:04 1 Tîrmeh 2020
  • Jiyan
Melîke Aydin 
 
ÎZMÎR - Li Asarlik ku piranî kurd lê dijîn, xizmetên binesazî û veguhestinê her tim bi pirsgirêke û her wiha bikaranîna hişbirê jî lê zêde bûye. Gel diyar kir ku tevî ku bi salane serlêdanan dikin tu tiştek neguheriye û gotin: “Em bacê didin lê mixabin em xizmetê nabînin.”
 
Taxa Asarlik girêdayê Menemen a Îzmîrê ye û di salên 1970’ê de ji bajarên kurdan koçberî ji bo vê taxê zêde bû û Asarlik di 1994’an de bû bajarok. Nifûsa wê 40 hezar e. Piranî kurd lê dijîn. Her wiha Azerî, Terekeme, Ereb jî lê dijîn. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Menderesê Adîla Yagan da zanîn ku li Asarlikê di serî de pirsgirêka binesaziyê gelek pirgirêkê din hene û kesên li vir dijîn jî rastî pêkanîna mirovên çina duyemîn tên.
 
Adîleyê daxuyakirin ku di hilbijartinên herêmî de gelek soz tên dayîn lê yek jî nayên cih û got: “Xizmetên dihatin dayîn jî hatine rakirin. Bazara sewalan ji taxa Ulukent hat rakirin. Bazar anîn bazara taxê ya Asarlikê. Mirovan heman rojê bertek nîşan dan. Hat rakirin lê hîna kavil li wir in. Nehatiye paqijkirin.”
 
‘Polîtîtîkayek taybet pêk tê’
 
Adîleyê di berdewamiya axaftina xwe de got bi îdiaya ku wesayîtên şîrketên kargoyê tên kevirkirin wesayît nayên Asarlik û ev titş vegot: “Li herêmê polîtîkayên taybet pêk tê. Beriya hilbijartinan otobus dihatin taxê û digeriyan. Piştî hilbijartinan raye dan mînîbusan. Kesên di ser 65’î de heqê riya wan kêm nabe. Binesazî tune. înternet nayê girêdan. Malbatên bi zarok neçar dimînin bi bihayên zêde înternetê bigirin. Malbatê hinek rewşa wan ya aborî baş dibe ji vir derdikevin. Ev herêm veguheriye herêma mahremiyetê. Pirsgirêka îmarê bi salane didome.”
 
‘Bikaranîna hişbirê zêde bû’
 
Adîleyê destnîşan kir ku karkeriya zarokan zêde bûye, ligel vê bikaranîna hişbirê ketiye temenê dibistana seretayî û wiha pê de çû: “ Pere nîşanê zarokan didin û wan teşwîqê firoşkariyê dikin. Yên hişbirê difroşin jî qet fikara wan tune ku polîs an malbat wan bibînin. Xuyaye bi hinek cihan bawerin. Di pêvajoya pandemî de bikaranîna hişbirê zêde bû.”
 
‘Tiştek neguherî’
 
Hazal Akbulak ya li Asarlik dijî diyar kir ku ew dipirsin ku çima xizmeta kargoyê nayê lê bersivekê nagirin. Naciye Guçlu jî 34 sale li Asarlik dijî û got ji bo pirsgirêkên veguhestin û binesaziyê serlêdanan dikin lê encam naguhere.