'Malbat naxwazin zarok li Îmam Hatibê bixwînin'

  • 09:05 30 Hezîran 2020
  • Jiyan
Medya Uren
 
AMED - Walî û Midûriyeta Perwerdeya Mîllî, li Amedê ji bo dibistanên Îmam Hatibê afîş daliqandin. Sekretera Egîtîm-Senê ya Şaxa yekem a Amedê Hatîce Efe afîşên ku hatine daliqandin şermezar kir û got: "Di Îmam Hatîban de perwerdeyeke baş nayên dayîn û malbat û xwendekar jî wî tiştî bi gazincin û perwerdeya ku giranî bi olî tê dayîn naxwazin." 
 
Afîşê ji bo danasîna dibistanên navîn yên Îmam Hatîpê hatine daliqandin bala gel kişand û bertek nîşanî afîşan dan. Li ser afîşan îmzeya Walî û Midûryeta Perwerdeya Milli heye. Li ser afîşan wêneyê du zarokên li gorî rêzikên misilmantiya xwe nuxumandine heye û bi dirûşmeya  “Ji bo kêfxweşiya cîhan-axretê” bangawezî tê kirin. Sekretera Egîtîm-Senê ya şaxa yekem a Amedê Hatîce Efe di têkildarê afîşê de bi ajansa me re axivî.
 
Hatîce, destnîşan kir ku li gelek deverên Tirkiyê welatî pirsgirêkên mezin yên dibistanan dijîn û got: "Di her polekî de rêjeya xwendevanan ji asayîyê zêdetir e. Ew dibistanên hene ji vergerandin e dibistanên Îmam Hatîp û ev ji weke neçarî bi gel didin qebûl kirin. Ji bo alternatîfên din nemînin ji rêbazên wisa bikartînin. Lê ji ber sîstema wan ya perwerdeyê êdî malbat nawazin zarokên wan di wan dibistanan de bixwînin."
 
Hatîce, bal kişand ser afîşên ku hatine daliqandin û wiha axivî: "Bi van afîşan re ji dixwazin bi deruniya zarokan bileyîzin. Zarokên ku dibistanên din dixwînin êdî wisa difikirin, ger em necin Îmam Hatîpan em nikarin jiyanek kêfxweş bijîn. Ev rêbaza ku bikartînin ji serî de şaş e.”
 
Hatîce, di berdewamiya axaftina xwe de got bi xelatan bi dirûşmeyan dixwazin xwendevanan qezenç bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em niha li daneyan ji temaşe bikin, di tevahiya Amedê de 125 hezar xwendevanên navîn hene yên diçin dibistanan Îmam Hatîp ji 20 hezar in. Ji bo vê hejmarê biguherînin ji hemû rêbazan bikartînin. Dema em li rêjeya serkeftinê ya xwendevana temaşe bikin em ê bibînin ku xwendevanên diçin Îmam Hatîp encameke baş bidest naxin. Ango li gorî tê îdakirin li vir perwerdeyekî baş nayê dayîn. Xwendevan di aliyê zanistî de di paş de dimînin. Bi sîstema diafirînin re ji dibin sedemê newekheviya di navbera xwendevanan de. Em weke saziyên sivîl ên civakî li dijî vê berteka xwe bînin ziman û divê hikûmet ji bikeve vê ferqê.”