Teşî di destên jinan de ji nû ve zindî dibe

  • 09:07 6 Hezîran 2020
  • Jiyan
Zeynep Durgut
 
COLEMÊRG - Li gundê Aşûtê jin bi teşiya dirêsin destûr nadin ku çanda bi hezar salan wenda bibe.
 
Li gundê Aşûtê yê girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê  bi salane jin çanda bi hezar salan a teşiyê didomînin. Li Kurdistanê  ristina teşiyê çandeke kevn û kurdewar e. Jin ji  Hiriya ku bi teşiyê badidin û dikin rîs, ji bo kel û pelên xwe  bi kar tînin. Di destêka havînê de berx û mîh tên qusandin û hiriya ji wan tê qusandin piştre  tê şûştin. Piştî ku mîh hatin birîn û hiriya wan hat şûştin, bi amûrek taybet ku jê re dibêjin şane hirî tê jihevkirin û  bi teşiyê tê ristin.Piştî ku bi teşiyê rîs çêkirin, ew rîs ji bo gelek kel û pelan û ji bo çêkirina gelek tiştên din tê bikaranîn.  Jinên ku vê çandê berdewam dikin diyar kirin ku her jinek ji zindîkirina vê çandê berpirsyar e.  
 
'Ev kar sebir û kedê dixwaze'
 
Dayîka bi navê Hamaîl Ecer a ku bi salan e teşiyê dirêse û ji rîsê çêdike goran dirîse diyar kir ku teşî kareke pir zehmete û wiha axivî:"Ev kar ji dayik û pîrên me  ji me re maye. Em jî niha hê jî vî karî dikîn. Ji rîsê ku em bi teşiyê hildiberînin em  gore, berik û hwd çêdikin. Ev kar sebir û ked dixwaze. Berê dema ku em diçûn zozanan me her tim teşî jî bi xwe re dibir. Ger teşî li gel xwe nebira me nedizanî roj çawa derbas dibe. Lê niha tiştek wisa tune ye û  em niha  nikarîn bibêjin ku her jinek xwedî li vê çande derdikeve." 
 
'Wate û girîngiya teşiyê pir mezin e' 
 
Hamaîlê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku çanda teşiyê ji bo jinan xwedî cihekî girînge û wiha pê de çû:" Ji dîrokê de heta roja me ya îro teşî her tim ji bo me bi wate bû. Her pêdiviyek xwe me bi teşiyê çêdikir. Berê jiyan xwestir bû. Jin hemû li cihekî kom dibûn û li gel ristina teşiyê bi hev re  klam digotin. Girîngiya teşiyê pir zêde bû . Lê niha ne wate û ne jî  girîngiya tiştekî nemaye. Hilberîna jinan ji ber şert û mercan hinekî qels bûye. Teşî sembola keda jinê ye. Armanca me ew e ku em vê çandê bidin domdarkirin."
 
'Em ji vê çandê berpirsiyar in'
 
Ji jinên ku teşiyê dirêsin  Aysel Ecer jî bal kişand ser girîngiya teşiyê û got:"  Em serê sibehê radibin û heta êvaran dixebitin. Ji xwarina zarokan heta paqijkirina malê em jin berpirsyarîn. Em serê sibehê dema ku tên pez didoşin em teşiyên xwe jî bi xwe re tînin. Em ewqas kar dikin, lê dema ku yek deqîqe jî em vala dimînin em dixwazîn ku bi teşiyê wexta xwe derbas bikin. Ez hem li malê û hem jî li bêrîvaniyê teşiyê dirîsim.Dibe ku teknolojî pêşketibe, lê ev nayê wê wateyê ku çanda teşiyê wenda bibe. Berdewamkirin û berpirsyariya  vê çandê di destê me jinan de ye. Em hem dixwazîn wê çandê bidomînin û hem jî bi vê yekê  ji xwe re gore û berikan çêdikin."