Wê li ser axa xwe deyndar bijîn

  • 09:07 16 Gulan 2020
  • Jiyan
WAN - Ji ber erdhêja wanê gelek kesên xaniyên wan li Elbaqê hilweşiyan neçar man sewalên xwe bifroşin û bên bajaran. Saniye Akpinar a li Wanê di kirê de dijî, diyar kir ku rayedaran piştgirî nedaye wan û cihê starbûnê nedîtine û got: “Piştî mehan şûnde cihê starbûnê dan lê nanê em bixwin nema.”
 
Di 23’ê Sibatê de li bajarê Xoy ê Îranê bi meznahiya 5.9 erdhêj çêbû û bandor li Elbaq a Wanê jî kir û hilweşîn çêbû û gelek kes mirin. Ji ber erdhêja ku bandor li gundê Xanik, Qaşkol û Elbîsê kir, 11 welatiyan jiyana xwe ji dest û ji ber şert û mercên zivistanê gelek welatiyan koçî Wanê kir.
 
Piştî erdhêjê gelek sewal jî bê stargeh mabûn û piranî ji ber bandora hewayê telef bibûn. Rayedaran soza alîkariyê da, lê tenê xwarinên rojane û piştî rojan şûnde kon hat dayîn. Lê gundî neçar mabûn koç bikin. Her wiha welatiyan sewalên xwe yên mabûn firotin û bi vî pereyî li navendê xanî kirê kirin.
 
Pezê xwe firot û hat Wanê
 
Saniye Akpinar a neçar ma koçî bajar bike wiha got: “30 pezê min hebû. 5 heb ji sermayê mirin. Yekane çavkaniya debara me ev bûn. Piştî erdêhêjê bi rojan şûnde xwarin û hinek cil anîn. Kon jî gelek dereng anîn. Meha Sibatê gelek sar bû. Mirov nikaribû li derve bisekine. Ez bi zarokên xwe re çar roj û şevan li derve mam. Sobeyê fêde nedikir. Ji ber vê me pez firot û em hatin bajêr. Me li taxa Îskeleyê xaniyek kirê kir. Me 25 pez bi 10 hezarî firot. Em bi wî pereyî jî debara xwe dikin. Mehane 500 TL kirê didim. Me cihê starbûnê dît lê nanê em bixwin nema. Em dixwazin vegerin gundê xwe. Niha dibêjin wê avahî bê çêkirin. Bi 180 hezarî avahiyê çêdikin. Ez pere ji ku bînim. Ji ber tiştekî ez pê debara xwe bikim nema.”