Di pêvajoya koronayê de ji Şaredariya Silopiyê xebatekî kolektîf

  • 09:12 12 Gulan 2020
  • Jiyan
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Ji bo alîkariyê bidin malbatên ku di pêvajoya vîrûsa koronayê de pirsgirêka aboriyê dijîn, Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a şaredariyê Silopiyê xebateke komînal da destpêkirin. Bi jinên navçeyê re li ser erdê şaredariyê çandinî tê kirin û hewl didin ku bi hev re hilberînê pêş bixin û jiyaneke komînal avabikin.
 
Ji hêla Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Silopiya Şirnexê xebateke nû hat destpêkirin. Di çarçoveya xebatê de jin li taxa Yenîşehîrê li ser 9 donim erdê şaredariyê şitil çandin û xwestin bi jinên navçeyê re hilberîneke hevpar bikin û jiyaneke komînal biafirînin. Derbarê mijarê de Seroka Midûriyeta Polîtîkayên Jinan Nergîz Ant û Endama Meclîsa Şaredariyê Besê Cevîz, ji ajansa me re axivîn. 
 
Nergîz, anî ziman ku ji ber pêvajoya vîrûsa koronayê rewşa aboriya malbatan nebaş e û ji bo wê yekê xebateke wisa hat destpêkirin. Nergiz, wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ji ber vîrûsa koronayê gelê me di hêla aboriyê de zehmetiyan dikişînin. Ji ber wê jî me got erdê şaredariyê heye û em di van erdan de fêkî û zebzeyan bicinin. Dema zebze û fêkiyên şîn bûn em kom bikin û malbatên rewşa wan nebaşin re belav bikin. Bi vî rengî em dixwazin alîkariya gelê me yê ku rewşa wan nebaşe bikin.”
 
‘Em dixwazin jiyanek komînal ava bikin’
 
Nergîz, bi lêv kir ku wan şitilên wek îsot, xiyar, bacanê reş, kûzele, bexdenûs, tûzik û şêwîtê çandine û wiha domand: “Di vî 9 donim erdê me de ev hene. Her wiha xeynî van jî 20 donim erdê belediye heye li Taxa Kizirê (Cumhuriyet) jî heye. Em ê li wê derê jî gundir, zebeş û petêx biçinin. Her wiha piştî ku me heseta wê derê girti din nav gelê xwe der parve bikin. Ev çandinî hem ji bo me û hem jî ji bo gelê me gelek başe. Di vê pêvajoyê de divê gelê me di erd û baxceyên xwe de çandiniyê bikin. Bi xwezayê re bin. Bila gel di nav jiyanek komînal de bi hevdû re bijîn. Em dixwazin jiyanek komînal ava bikin. Bila gel bi destên xwe tiştan biafirînin."
 
‘Em ê koperatîfa xwe jî avabikin' 
 
Nergîz, di axaftina xwe de bal kişand ser rêbaza xwebatên xwe û ev tişt anî ziman: “Jinên navçeyê ji tevlî xebatên me dibin û em bi hev re dixebitin. Niha ji ber vîrûsê kêm jîn tevlî xebatan dibin. Hejmara me nediyar e û her roj diguherin. Lê gel bi bi awayek erenî vî karê dinêrin û gelek kêfxweş dibin. Dema em dixebitin jî em li dijî vîrûsê tedbîrên xwe digirin. Piştî ku me mehsûl girt, em ê bi gelê xwe re parve bikin. Em ê hewl bidin ku koperatîfa xwe avabikin. Her wiha di nava projeyê me de projeya ‘Bazara Keda Jinê’ jî heye. Em ê mehsûlên xwe li vir jî bifiroşin."
 
‘Em dixwazin piştgiriyê bidin gelê xwe’
 
Endama Meclîsa Şaredariyê Besê Cevîz jî got ji bo piştgiriyê bidin gelê xwe vî xebatê dane destpê kirin û wiha behsa sedema dest pê kirina vî xebatê kir: “Di vê pêvajoya zor û zehmet de em dixwazin alîkariya gelê xwe bikin. Ji ber ku di vî pêvajoya nexweşiyê de ji aliyê aboriyêve gelek zehmetiyê dikişînin. Çawa ku em her tim ligel gelê xwe bûn em ê îro jî ligel gelê xwe bin. Em dixwazin piştgiriyê bidin gelê xwe û jiyanek komînal ava bikin.”