Ji bo xweşikî û xemla kampê çandiniyê dikin

  • 09:07 26 Nîsan 2020
  • Jiyan

ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku li kantona Şehbayê dimînin û rojên xwe bi çandiniyê derbas dikin, diyar kirin ku çandinî çanda jinê ye û dê  vê çanda xwe her tim biparêzin.

Çandinî jêderek bingehîn a jiyanê ye. Ji dîrokê heta îro her jin bi keda destên xwe çandinî kiriye û pê re mijûl bûye. Jinên Efrînê jî ev 3 sal in li kantona Şehbayê dijîn, rojên xwe bi çandina zebze, fêkî û kulîlkan, dixemilînin.  Ji tunebûnê hebûn diafirînin û li gor derfetên heyî, şert û mercên zehmet jî dîsa hewil didin çanda çandiniyê ya ku di Efrînê de ev xebat didan meşandin, bidomînin. Têkildarî mijarê jinan nêrînên xwe bi me re parve kirin.

‘Em rojên xwe yên zehmet bi çandiniyê derbas dikin’

Jina bi navê Melek Mihemed a ku di malê xwe de şênkahî çandiye axivî û wiha got: “Dema em hatin Şehbayê em gelek zehmetiyan re rûbirû man. Di malên me de ax û av tune bû, me bi destên xwe ax ji deverên cuda anî ji bo ku em pê pêdîviyên malê biçînin. Em ê çanda xwe her zindî bikin û biparêzin. Her şênkayiyek di demê xwe de tê çandin, niha bi hatina demsala Havînê me xiyar, xes, bacan û beqdenîs çand. Rojane em li tiştên ku me çandî baldarin û ji aliyê av û paqijiyê ve em lê miqatene.”

‘Gelê Efrînê li ku bin dê çanda xwe biparêzin’

Her wiha jina bi navê Arîn Mehmûd jî li pêşiya deriya çadira xwe şênkahî  çandiye û wiha dest bi gotinên xwe kir: “Ev bû 3 sal ji Efrînê  em derketin e û li Şehabyê bi cih bûne, lê me ax û çanda xwe tu carî jibîr nekir. Gelê Efrînê li ku derê bin, çanda xwe diparêzin. Şêniyên  ku li kampan bi cih bûne li ber deriyê çadira xwe şênkayi û gul çandine, him ji bo xemilandina kampê û him jî ji bo çanda xwe ya bi hezarê salan biparêzin.”