Ji bilî kar tu wateya mayina li malê ya Makbûleyê tune ye

  • 09:06 5 Nîsan 2020
  • Jiyan
WAN - Di çarçoveya bergîriyên ku li dijî koronayê li Tirkiyeyê hatin girtin de li gel ku banga ‘li malê bimîne’ tê kirin, Makbûleya ku em bûn şahide rojeke wê, diyar kir ku heta roja îro jixwe civakîbûna wê hatiye astengkirin û barê malê çawa lê hatiye barkirin ji me re vegot. Makbûle  ya  got “Em hînî malê hatine kirin” kare malê ku di vê pêvajoyê de zêde bûye hemû li pişta wê hatiye banrkirin. 
 
Vîrusa koronayê Covîd -19) ku cara yeke li bajarê Wuhan ê Çînê hate dîtin û li cîhanê belav bû heta niha bi hezaran kesî ji ber jiyana xwe ji dest da û bi hezaran kes jî ji ber vê vîrusê bi şewbê ketine. Ev şewba koronayê di demen dawîn de li Tirkiyeyê jî belav bû. Ji ber şewba belav bû li Tirkiyeyê jî hejmara miriyan bi sedan tê pêansekirin û kesên bi vê şewbê ketine jî hejmara wan bi hezaran e.  Li tirkiyeyê bergîriya herî sereke ku tê xwestin bê girtin mayîna li malê ye û her roj banga “Li malê bimîne” tê kirin. Bergîriyeke din ya li dijî vê şewbê jî paqijî ye.  Keda li malê kare ku jin qet ne biyaniyê wê ye. Jin ji ber rola zayenda civakî ku li wan hatiye ferzkirin hemû karen malê li ser pişta wan e. Jinên ku ji sibe heta êvarê bi nêrîna li zarok, kal û pîran û bi karê malê mijûlin  ji bo civakîbûnê ji xwe dema wan namîne.   
 
Jina 57 salî Makbule Asalan, bal kişand ser rewşa jinê ya li nava malê û wiha got: “Em hînî malê hatin kirin. Di vê pêvajoya vîrusê de jî mêr her daîm li malê ne, runiştî ne û her tiştekî dixwazin.”
 
Keda me tüne tê hesibandin
 
Makbule ya ku jiyana wê heta roja îro di nav çar dîwaran de derbas bûye hemû dema xwe bi kare malê re derbas kiriye û dayika 8 zaroka ye.  Li hemberî vê keda ku Makbûleyê daye ne mûçeyekî wê û ne jî ewlehiya wê ya civakî heye. Ji ber ku ev keda Makbûleyê wekî peywira wê tê pênasekirin. Li Tirkiyeyê ji bo jinên di rewşa Makbûleyê de tu maf tüne ye.
 
Makbûle ya ku di van rojên awarte de jî sere sibehê zû radibe dema ku her kes di xwê de ye çayê dem dike. Makbûle bi çawa xwe ya ku digire re dixwaze ji xwê rizgar bibe. Makbule bi kilamên xwe re ji bo 5 zarokên ku ew ê niha rabin û taştê bixwazin taştê amade dike. Li gel ku zarok li ser sifrê rûdinên jî Makbule hîna hin tiştan datîne ser sifrê. Piştî ku hemû tiştî amade dike êdî ew jî li ser sifrê cihê xwe digire.
 
Heftê carekê nane tenûrê dipijîne
 
Makbûle ku heftê carekê mecbûre nane tenûrê bipijîne, pitî dibine nan diqede ji bo hevîr bistirê zend û benden xwe badide. Dibêje ku ew di 14 saliya xwe de hînî pijandina nan bûye. Makbule wiha dibêje: “Hin kesên ji malbata min li zozanan bûn, bavê min jî li gund bû. Ez diçûm gel bavê xwe û min jê re xwarin çêdikir. Bavê min stradnina hevîr hînî min kir. Min her stra. Ji ber ku malbata me qelebalix bû nan zû diqediya. Mêran her xwarin dixwar. Yê me jî carna me derfet nedidît ku em xwarinê bixwin. Carna me rojê du caran nan dipêja.” 
 
Makbûle piştî ku hevîrê xwe sitra vê carê dest bi çêkirina xwarina nîvro kir. Di vê navberê de mêrên ku li ber televîzyonê rûnitibûn her damî tişt dixwestin jê. Mabule ku piştî bi saetan li ser piya ma û pêdivî dît ku bîhna xwe vede. Makbûle dîs açay dem kir û bi 4 mêrên li malê re vexwar. Dema ku xwarina makbûleyê dipijiya vê carê jî bere xwe da tenûrê  ji bo ku nan bipêje. Di wê naberê de denge yekî ku digot “Daye xwarin amade ye” hat. Makbule disa sifer danî û piştî her kesî xar komkirina sifrê jê re ma. 
 
‘Em ji bo mêran wekî kole mezin kirin’
 
Heqê keda Makbuleyê çi ye? Pere ye?  An jî eleqe ye? An jî spasî gelo?  Makbule çi dixwaze li hember vê keda xwe? Makbule xwe mecbur dibine gelo?  Wê bersiva van pirsan Makbûle bide: “Ez van hemûyan ji mecbûrî dikim.  Berî bizewicim ev tembî li min kirin. Mezinan ji min re got ‘keça min mêrê te çi ji te xwest  wê bike, jin divê her li ser piyan be’.  Bi van şîretan em wekî kole ji meran re mezin kirin.  Keda jinê tüne tê hesbandin.”
 
Bi hatina êvarê re diweste
 
Makbûle hemû roja xwe bi xebatê derbas kir. Piştî ku tarî hêdî hêdî diket erde bedena makbûleyê jî diweste û dixwaze bîhna xwe vede. Pitî ku çayê jî belav dike xwe dirêj dike û ji keça xwe ya astengdar re dibêje ‘piyên min bifirkîne.  Makbûle dixw re diçe.