‘Li cihên qerebalix niha tenê dengê çûkan heye’

  • 09:07 2 Nîsan 2020
  • Jiyan
MÊRDÎN - Xwendekara zanîngehê Elîfnur Arî ya li Fransayê perwerdê dibîne, çavdêriyên xwe ji ajansa me re wiha vegotin: “Ewropa ji bo pêşî li windabûna aborî bigire sînor dereng girt û ev jî bû sedem ku gelek kes jiyana xwe ji dest bidin. Tirkiye jî rewşê cidî nagire û tedbîrên wan têr nakin.
 
Vîrusa korona ya li Çînê belav bû, li  Ewropayê ji belav bû, piştî vê bi lez li hemû cîhanê belav bû. Li Tirkiyeyê jî vîrusê rû da û heta niha gelek kes ji ber vîrusê mirin. Tedbîr û butçeya ku hikûmetê ji bo vîursê aşkera kiriye jî rê li ber nîqaşan vedike.
 
Ji welatên ku ji vîrusê bi bandor bû Fransa bû. Fransayê wek tedbîr di 17’ê Adarê de qedexeya derketina derve îlan kir. Elîfnur Arî ya 22 salî ya di çarçoveya bernameya guherîna Erasmus de li Fransayê perwerda xwe dibîne û xwendekara Zanîngeha Celal Bayar a Manîsayê ye, der barê rewşa dawî ya Fransayê de axivî.
 
‘Ferz nebûna, derketin qedexeye’
 
Elîfê got piştî îlankirina qedexeyê her kes ketiye bin karantînayê û got: “Ez li yurda dewletê dimînin. Yek kes di odeyan de dimîne. Ji bo hewcedariyek ferz nebe kes nikare derkeve derve. Ev hewcedarî jî xurek, market, dermanxane, derxistina derve ya zarok û sewalên malê ne. Ji bilî van sedeman divê belgeyên desturê hebin. Em bi îmzeyê dikarin derkevin derve. Qutî hene em van Îmzeyan dixin wir. Polîs kontrol dike. Dema kaxiza desturê tunebe 35 û 135 Euro ceza tê birîn. Li derve 5 kes ligel hev bin ceza tê birîn. Civînên ji 5 kesî zêdetir qedexe ne.”
 
‘’Yekane rê îzolasyone’
 
Elîfê daxuyakirin ku karantînayê bandor li ser psîkolojiya mirovan kiriye û got bi germbûna hewayê re mirov dibêjin em derkevin tiştek nabe, lê divê wisa nebe û got: “Yekane riya ji vîrusê parastin îzolasyona self e. Dewlet di alî tedbîran de dereng ma. Ji ber vê jî di alî pêşgirtinê de gelek gelek dereng bû. Hikûmetê 3 hefte dema karantînayê daye. Dibe ku ev dirê jî bibe. Rewş her diçe xerab dibe. Ez jî hewl didim dema xwe baş derbas bikim. Li malbat û hevalên xwe digerim. Ji bo rewş zêdetir xera nebe divê wisa bidome.”
 
‘Qerebalixa bajar cihê xwe ji dengê çûkan re hiştiye’
Elîfê di berdewamiyê de got mirov ligel karantînayê tedbîran jî digirin û got: “Ez li Tulusê dimînim. Mirov hewl didin dernekevin derve. Bajarên qerebalix cihên xwe ji dengê çûkan re hiştiye.”
 
‘Bandora aborî zêde ye’
 
Elîfê got hikûmetê gelek qadên cemawerî girtiye û got: “Esnafên biçûk bi bandor bûn. Hikûmetê der barê vê de razandina hinek fatureyan taloq kir.Ev ji bo esnafên biçûk tiştekî baş e. Piranî welatên Ewropayê beşeke aboriya xwe ji vîrusê re veqetand. Ji qada tenduristî û aboriyê re butçe veqetandin. Li Fransayê ji bo vîrusê 300 mîlyar Euro hat veqetandin. Ji bo malbatên xizan çek tên şandin. Li Tirkiyeyê rewş xerabe. Tirkiyeyê pêngavên pêwist navêtiye. Ez bang li mirovên Tirkiyeyê dikim. Ji malên xwe dernekevin. Divê em xebatkarên tenduristiyê jî bifikirin.Kêmasiya ekîpmanan bandorek mezin li ser wan dike. Divê ekîpmana pêwist bê peydakirin.”