‘Gelê ji hilberînê tê qutkirin, mahkumê xizaniyê tê kirin’

  • 09:07 25 Adar 2020
  • Jiyan
Berîtan Canozer
 
DÊRSÎM - Medîne Gedîk ya li Pilurê esnaf e, diyar kir ku gelê herêmê ji hilberînê hatiye qutkirin û di encama polîtîkayên şaş de gel xizan bûye û got: “Ez êdî nikarim pêşiya xwe bibînin. Tabloyek reş heye. Em êdî nikarin xeyalan jî bikin. Xeyalên me ji destê me girtin.”
 
Medîne Gedîk ya 52 salî ya li Pilur a Dêrsîmê dijî, 6 sal dukana dirûtina cil û bergan dide xebitandin. Medîne ku hem cilan didirû û hem jî yên dirûtî difroşe, bi vê debara xwe dike. Medîneyê da zanîn ku berê cil û berg, alavên din ên malê ji Dêrsîm û bajarên cuda dianî, mal bi mal digeriya û difrot.
 
‘Gel xizan bû’
 
Medîneyê got bi pereyê qezenc kiriye maşîneyek dirûtinê girtiye û di odeyek mala xwe de cil û ber dirûtiye û got: “Ji bo dukanê vebikim sê salan li malê xebitîm. Navendên dan û standin û cihên lûks esnafên biçûk qedandine. Esnaf nikarin tiştekî bikin. Her tim winda dikin. Em nikarin li ser piyan bisekinin. Em gelek kedê didin lê bi zor em derbas dikin. Ez sibehê saet di 06.30’an de radibim. Heta êvarê dirûtinê dikim. Heta êvarê jî 2-3 muşterî yan tên yan nayên. Ji ber krîzê her kes xizan bû. Dewlemend tam dewlemend yên xizan jî tam xizan bûne.”
 
‘Navendên luks bi zanebûn tê vekirin’
 
Medîneyê got li bajar navendên luks û dan û standinê bi zanebûn tên vekirin û got: “Li Dêrsîmê dewlemend esas in. Yê pere didin, her dikarin her tiştî bikin. Li Pilurê du sê esnaf hene. Hatin li vir A101 vekirin. Karê wan esnafan jî xera kirin. Ev hemû politîka ne. Naxwazin gelê herêmê qezenc bikin. Dixwazin dewlemend dewlementir bin, xizan jî bêtir xizan bidin.”
 
‘Gel ji hilberînê dûr dixin’
 
Medîneyê destnîşan kir ku lokmeyê xizan ji devê wan digirin û dikin bêrîka dewlemendan û wiha pê de çû: “6 sal berê karê me ne wisa bû. Niha nabe. Her tişt biha ye. Em êdî nikarin qumaş bigirin. Qumaş li gorî kalîte diguhere. Ez 6-7 top qumaş bigirim ez vê carê nikarim nan bibim mala xwe. Yanî hatina min çûyîna min nake. Ji bo ev krîz rabe divê pergalek nû bê avakirin. Ji ber polîtîkayên şaş yên dewletê gel xizan dibe. Li şûna polîtîkayên ku gel ji hilberînê dûr dixe divê yên zêdetir teşwîq dikin, bikin dewrê. Li Pilurê gel fasule, nok, sîr û hingiv hildiberand. Ligel vê sewalkarî tê kirin. Em têrî xwe dikin. Hewce nake ji derve tiştek ji me re bê. Em êdî nikarin xeyalan jî bikin. Gel pêşiya xwe nabîne.”
 
‘Divê em jin hev biparêzin’
 
Medîneyê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser bûyerên êrîşên zayendî û windabûnê yên li bajar tên jiyîn û got ev polîtîkayên ku bi zanebûn dikevin dewrê ne û got: “Li vî welatî ji bo jinan çi tê kirin? Jin tên kuştin, tên tunekirin. Tiştên tên jiyîn polîtîkayek e. Zîhniyeta li hember jinan naguhere. Jin ji nedîtîve tên. Keda jinan nayê dîtin. Ji ber vê em jin divê hev biparêzin.”