Neslîhan Ataş: Wênekêşiyê ez baş kirim

  • 09:12 9 Adar 2020
  • Jiyan
Zeynep Pehlîvan
 
ÎZMÎR - Neslîhan Ataş ya bi teknîka kişandina, oto portre dixebite xebatên xwe di pêşangeha bi navê ‘Bandora perperok’ de tîne gel hev. Neslîhan wiha dibêje: “Min dest bi başkirina wênekêşiya xwe kir, wênekêşiyê jî ez baş kirim.”
 
Neslîhan di 1981’ê de li Meletiyê tê dinê. Sê xwişk û bira ne û ew ya yekem e. Neslîhan endezyara elektronîkê ye û di TEÎAŞ' de dixebite, lê ya ku wê bi jiyanê ve girê dide wênekêşî ye. Neslîhan diyar dike ku her tim bi hunerê re eleqeder bûye û di 2012’an de bi saya dersên wênekêşiyê, dest bi wênekêşiyê dike.
 
‘Ez di pêvajoyek nebaş de derbas dibûm’
 
Neslîhan demek dirêj di alî teorîk û pratîk de dersên wêneyê digire û ji ber hineke geşedanên neyînîn neçar dimîne ji vê qadê dûr bikeve. Neslîhan wiha dibêje: “Ji bo min ew pêvajo nebaş bû. Piştî demek dirêj rojekê telefona min lêda. Mamosteya min ya wênekêşiyê bû. Ji bo pêşangeheke jinan wêne ji min xwest. Ez gelek kêfxweş bûm. Min got ez wêneyekî taybet bikşînim lê min ew enerjî bixwe re nedît. Daxwaza min ya ez derkevim derve û wêne bikşînim tune bû. Ji bo min demeke xerab bû. Ji ber vê jî min xwe bixwe kişand.”
 
‘Wêneyên min dengên serê min dida sekinandin’
 
Neslîhanê dest bi kişandina wêneyên xwe dike û raste rast bi mijara xwe re tê rû hev û wê pêvajoyê wiha vedibêje: “Min biryar da wêneyên xwe bikşînim. Ji bo vê jî motîvasyonek hewce bû. Kişandina oto portre zehmet bû. Min bi awayekî xwe motîve kir û wêneyê ku mamosteya min xwestibû, jê re şand. Piştî vê bertekên gelek erênî hatin. Min her ku wêne kişandin ez baş bûm. Her wêneyê min dikşand sankî dengên di serê min de bêdeng dikin. Her meh bi giştî du an jî sê wêne min derdixist.”
 
Wêneyên xwe tîne gel hev
 
Neslîhan bi piştgiriya mamosteya xwe biryar da ku wêneyên xwe bîne gel hev. Li Navenda Çand û Huner a Ugur Mumcu ya Şaredariya Bornovayê, pêşangeha Neslîhanê ya bi navê ‘Bandora Perperokê’ hat vekirin.
 
Neslîhan der barê pêşangeha xwe de wiha got: “Ez niha vedigerim li 12 mehên dawî dinêrim. Bi saya wêneyan min riyeke girîng li pişt xwe hiştiye. Her tiştî bi telefonekê dest pê kiribû. Yanî bi bandora perperokê ez vegeriyam jiyanê. Hestên min yên reş bûbûn di dawiyê de cihê xwe da aramî û kêfxweşiyê.”