Di 8’ê Adarê de çîroka 8 jinan

  • 09:11 2 Adar 2020
  • Jiyan
‘Min tiştên ku hat serê min qebûl bikira ez ê nehatibama van rojan’
 
Rengîn Azîzoglu
 
AMED - Fatma Tunç ya di temenê biçûk de hat zewicandin, rastî şîdeta mêr û dewletê hat û ji zarokên xwe xwendin û nivîsandin fêr bû, dest bi nivîsandina helbestan kir. Fatmayê got ji ber tu carî şîdet qebûl nekiriye, li ser piyan maye û got: “Ji bo jiyanê divê mirov hinek lêkolîn bikin, mirov bizanibe ku mirov kî ye. Bila jin serî netewînin.”
 
Fatma Tunç 55 salî li Baglar a Amedê dijî û zor û zehmetiyê jintiyê hîna di temenê biçûk de nas dike. Fatma di 16 salî de bi mêrekî ku nas nedikir re hat zewicandin. Bi salan rastî şîdeta wî mêrî û malbata wî hat. Ji ber mehra wê ya fermî tune, nikare zarokên xwe bigire nifûsa xwe jî. Fatma xwendin û nivîsandinê ji zarokên xwe fêr dike û piştre dest bi nivîsandina helbestan dike. Fatma yek ji jineke ku hewl dide Kurdî bide jiyîn.
 
Şahida 12’ê îlonê
 
Fatmayê diyar kir ku ji ber bavê wê ji leşkeriyê kaçax bû li gelek deveran geriyane û bi taybet jî ligel xizmên xwe mane û got: “Maleke em lê diman nêzî girtîgeha zindana Amedê bû. Me şahidiya 12’ê îlonê kir. 15 salî bûm. Dengê îşkencê ji zindana Amedê dihat. Wê demê hevalek min jî girtî bû.Dema deng ji girtîgehê dihat min digot qey dengê wê ye.
‘Min piştre fêm kir’
 
Fatmayê bi lêv kir ku di 16 salî de ji aliyê bavê xwe ve hatiye zewicandin û got: “Wê demê nedihiştin zarokên keç biçin dibistanê. Min bi kesekî ku min nas nedikir re  û min nedîtibû re  zewicandim. Pîra min digot ‘bavê we, we bide kuçik jî divê hun qebûl bikin. Piştre min fêm kir ku ne wisa ye. Mehra min ya fermî tunebû. Zarokên min çêbûn. Mezin bûn. Dema diçûn dibistanê min got bila li ser navê xwe qeyd bike. Keça min ya mezin ser xwesûya min e. 30 salan zewicandî ma. Malbata hevjînê min jî şîdet li min dikir. Hevjînê min her tim digot zarokên xwe bigire û biçe. Bavê min jî digot tu were zarokan neyne. Hevjînê min piştî kal bû digot ez poşmanim. Lê ez gelek şikestî bûm. Sê sal berê jî çû ser dilovaniya xwe.
 
‘Min her tişt qebûl bikira ez ê nehatibama van rojan’
 
Fatmayê wiha got: “Debara mala xwe her tim min dikir. Ez û zarokên xwe diçûn Licê me zebeş diçandin. Zivistanê jî ez di karên rojane de dixebitîm. Hevjînê min tu car li me mêze nekir. Ligel vê em rastî şîdeta dewletê jî hatin. em diçûn ser erdên xwe cerdevanan şîdet dikirin. Cendermeyan em lêpirsîn dikirin. Ligel şîdeta hevjîn û xwesûya min ya dewlet û cerdevanan jî lê zêde bibû. Zarokê min yê mezin çû zanîngehê û ji ber kes tunebû bixebite ez neçar mam bixebitin. Min karek li navendê dît. Ez xebitîm. Piştî vê ez di fabrîka pembû de xebitîm. Piştî keça min ya mezin mezun bû, li nexweşxaneyê dest bi kar kir. Wê alîkarî da me. Min hemû zarokên xwe bi taybet jî keçên xwe dan xwendin. Min gelek şîdet û zext dît. Ez ne jinek pasîf bûm. Min serî hilnedana min ê van rojan nedîtibana. Zarokên min jî ji bo min bûn roj.”
 
‘Wan binivîse ew xezîne ne’
 
Fatmayê destnîşan kir ku bi saya kurê xwe Şoreş helbesetên Kurdî û Tirkî nivisiye û got: “Kurê min Şoreş di 2004’an tevlî PKK’ê bû. di 2015’an de jiyana xwe ji dest da. Dema min xwendin û nivîsandin fêr kir, min dinivîsî lê tiştek mayînde tunebû. Kurê min Şoreş dem ali Kobanê bû geriya û got ‘Dayê tê bîra te dema em biçûk bûn te çîrok ji me re digot, wan binîvise ew hemû xezîne ne.’ Min wê demê dest bi nivîsê kir. Divê jin ji bo tiştekî bikin. Her kes dikare biserkeve. Tiştê ku mêr dikin em zêdetir dikarin bikin. Divê jin xwe di nav çar dîwaran de heps nedikin.”