Welatiyan bertek nîşanî şaredariyê dan: Em ne razî ne

  • 09:05 1 Sibat 2020
  • Jiyan
Zeynep Durgut 
 
ERZEROM - Li taxa camîkebîre bi salen  hemû ava qirêj û gelaşa derdorê dikeve robar, roj bi roj qirêjî zêde dibe û bîhna ku dertê pêşî li nexweşiyan vedike. Welatiyên taxê nêrazîbûn nîşanî nepaqijkirina robar dan û bang li rayedaran kirin ku beriya ev pirsgirîk nebe sedema nexweşiyên giran bila bê çareserkirin. 
 
Li navçeya Xoresanê li taxa camîkebîrê bi salene  pirsgirêka Robar nayê çareserkirin. Robarê ku ji taxê diherike nav newala Arasê  bandorek neyînî li ser derdor û şêniyên derdorê dike. Her roj qirêjî li robar  zede dibe û hemû sozên ji bo paqijkirina robar  hatin dayîn jî pêk nehatîne. Pirsgirêka robar û bandora wî ya neyînî ku li ser derdorê û şêniyan dike ev 18 sale didome û nayê çareserkirin. Hemû ava qirêj û gelaşa derdorê dikeve robar  û bûye sergoyê gelaşê. Welatiyên li taxê rudinin bertek nîşanî şaredarî û rayedaran dan û gotin ew ji ber bêhna robar li derdorê belav dike nikarin ji malên xwe derkevin. 
 
‘Em ji şaredariyê ne razî ne’
 
Ji welatiyên ku li taxê rûdinên Sevgî Paça anî ziman ku ji ber qirêjiya robar ew nikarin li derveyî malê bisekînin û got ku şaredarî ji pirsgirîka herî biçûk re nabe çareserî û wiha axivî:” Di demsala biharê de em ji ber bêhnê nikarîn ji malên xwe derkevin. Di her demsala biharê de robar tijî dibe tije dibe û di ser re diqelibe. Malên me di bin avê de dimînin. Ev robar bandora neyînî li ser jiyana me dike û me asteng dike. Havîna jî ji ber bîhna ku ev robar belav dike zarokên me nexweş dikevin. Em ji ber bîhna nexweş ne dikarîn xwarinê bixwîn û ne jî em dikarîn li malên xwe rûnên. Her cure gelaş li robar tê valakirin û ev jî dibe sedema qirêjiyê. Dema ku ajal dimrin diavêjin robar. Her tişekî diavêjinê. Ev 2 sale ez li vê taxê rudinêm û ji bo çareserkirina robar em her roj diçîn şaredariyê gilî dikîn lê şaredarî tiştek nake. Şaredarî ji pirsgirika me ya herî biçûk re jî nikare bibe çareserî û em jê nerazî ne. Ne robar digirin, ne ji qirêjiya robar paqij dikin.” 
 
‘Ev 18 sale ku em vê pirsgirêkê dijîn’
 
Mîne Arslan jî destnîşanî qirêjiya robar kir û anî ziman ku ji ber behna robar heta niha gelek welatiyan mala xwe ji taxê bar kirine û wiha berdewam kir:”  Hemû ava sereban diherike vî robarî. Ev robare pêşiyê li nexweşiyan vedike. Em ji vê behnê pir aciz in. Zarokên me her tim nexweşin û nexweş dikevin. Ev 18 sale ez li vê taxê rûdinêm ev 18 sale em vê pirsgirîkê dijîn. Em hezar caran çûn şaredariyê lê pirsgirika me çareser nekirin. Her cara ku em diçin dibêjin em ê çareser bikîn, lê çareser nakin. Ez bang li rayedaran dikim ku vî robarî bila yan paqij bikin yan ji bigirin.” 
 
‘Bi salane vê îşkenceyê li me dikin’
 
Ji jinan Elîf Bulut jî nerazîbûn nîşanî neçareserkirina robar da û bang li rayedaran kir ku pirsgirika robar çareser bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî:” Ez 11 sal e li vê taxê rudinim. Bi salane vê îşkenceyê li me dikin. Hemû qirêjiya taxê diherikinin robar. Di mehên havînê de em nikarîn li malên xwe bisekînin. Rayedar  ji pirsgirika me re nabin çareser. Lê bêyî ku ev pirsgirêk bibe sedema nexweşiyan divê bê çareserkirin.”