Tevî zextan li vir in: Israra me ji ya wan xurtir e

  • 09:09 25 Çile 2020
  • Jiyan
STENBOL- Hanim Karakuş bi keça xwe Elayê re cihekî bi navê ‘Zetkîn’ vekirin û diyar kir ku ev der ne kafe ye, qada jiyanê ye. Her du jinan wiha got: “Tevî hemû zextan me dest ji daxwaza xwe berneda. Israra me ji israra wan xurtir derket.”
 
Kafeya ku bi navê xwe ji yek ji pêşengên têkoşîna azadiya jinê, Clara Zetkîn digire, li kolana Sîvas a Okmeydani ya Şîşlî ya Stenbolê, bi hevkariya jinan hat vekirin. Hanim Karakuş û keça wê Ela Karakuş, bi fikra hevkar a jinên taxê ev der vekiriye. Dîwarên kafeyê bi wêneyên pêşengên têkoşîna jinan tije ye. Di kafeyê de pirtûkxaneyek heye. Bîhna çaya ku ji mutbexa kafeyê tê jî, nahêle ku mirov ji vir veqetin.
 
‘Armanca me avakirina qada jiyanê bû’
 
Ela diyar dike ku ev ne kafeye ev qada jiyanê ye û wiha berdewam kir: “Ev der piştî têkoşîneke zehmet hat avakirin. Min û dayika xwe berê biryar dabû. Lê ji ber derfetan me nikaribû.Lê piştre me biryar da û pêvajoyê dest pê kir. Me dest bi girtina alavan kir. Me kedek mezin da. Me xwest gelek reng, gelek pirtûk hebin. Me hemû xebatên xwe bi xebateke kolektîf meşand. Ji xwe sewal û kulîlkên me hebûn. Me xwest em vir veguherin qada jiyanê.”
 
‘Vegotina Clara Zetkîn kêfxweşiyeke mezin e’
 
Elayê diyar kir ku dema navê qada jiyanê danîne jî biryar dane ku navê cih, navê yek ji pêşengên têkoşîna azadiya jinê yê Clara Zetkîn be û wiha berdewam kir: “Yên nav nizanin hene. Dema dipirsin em têkoşîna Clara Zetkîn vedibêjin. Ev ji bo min kêfxweşiyeke mezin e. Pirtûkxaneyek me ya xweş heye. Pirtûkên me dibin dixwînin, heta dema ku tînin jî piştgiriya pirtûkan ji bo me dikin.”
 
Hanim Karakuş jî diyar kir ku beyî hincet der barê baxçeyê wan de gilî hatiye kirin û got: “Polîs û zabita ji bo baxçe rabikin, zextê pêk tînin. Armaca wan eve ku ev qada jiyanê ji holê rabe. Lê em bi biryarin ku qada xwe ya jiyanê bidin berdewamkirin. Qadên ku jin xweşik dikin wek tehdîd dibînin. Lê tevî hemû zextan me qada jiyana xwe parast. Israra me ji ya wan xurtir derket.”