Ece Devrîm li dijî newekheviyê li ber xwe dide

  • 09:11 3 Kanûn 2019
  • Jiyan
Safiye Alagaş
 
STENBOL - Ece Devrîm diyar kir ku yek ji pisgirêkên dijî ‘ne îstîhdamkirine’ û got vê armancê serî li KOSGEB’ê xistiye û wiha got: “Mixabin her tişt çîroke. Min bi dehan carî serlêdan kir, tevî ez astengdar bûm, piştgirî nedan min. Cîhanek wisa tune. Berê ji ber nasnameya min ya transeksuel tunebû niha jî ji ber astengdar im tune.”
 
Bi wesîleya 3’ê Kanûnê Roja Astengdaran a Naventeweyî welatiyên astengdar pisgirêk û daxwazên xwe tînin ziman. Li Tirkiyeyê jî jiyana astengdaran gelek zehmet e. Yek ji van astengdaran jî Ece Evrîm e. Ece jinek transeksuel û astengdar e. Ji ber vê di civakê de sê caran astengî derdikeve pêş wê. 
 
Di 2014’an de qezayek trafîkê derbas dike û bi saldalya tekerlek jiyana xwe didomîne. Li ser saldaya tezgaha seyar ava kiriye û çakmakan difroşe. Ece li hember dan û standina li cadeya Îstîklalê karê xwe dike. Ece ji ber nasnameya xweya transeksuelê rastî newekheviyê tê û piştre jî ji ber astendariya xwe nikare kar bibîne. Her wiha endama Meclîsa Jinan û Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin û Partiya Tevgera Kedê (EHP) ye.
 
‘Astengî tune kir’
 
Eceyê da zanîn ku LGBTÎ û astengdar tune tên hesibandin û gelek astengdar qet ji malê jî dernakevin û got: “Bajar ji bo astengdaran nehatine dîzaynkirin. Piranî asansorên astengdaran naxebitin. Li cihên ji bo astengdaran çêkirin wesayît tên bicihkirin. Min serî li KOSGEB’ê da. Lê mixabin hemû çîrok in. Min bi dehan carî lêdan kir. Lê piştgirî nedan. Cihanek wisa tune. Ez ji ber nasnameya xwe ya transeksueliyê rastî newekheviyê hatim. Piştre jî ji ber astengdariyê rastî newekheviyê hatim. Ez maeşa astengdariyê digirim. Ji ber têr nake seyarfiroşiyê dikim. Ev welat di bin sînorê birçîbûnê de dijî. Ez sedeqeyê naxwazim. Ez kar dixwazim.”
Eceyê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew di jiyanê de rastî gelek zor û zehmetiyan tên û got: “Ez diçim bankamatîkê, destê min nagihêje. Ez diçim ku li wir astengiyek heye. Em çûn şaredariya Şîşliyê. Me pisgirêkên xwe vegotin. Ji me dosya xwesetin. Me dosyayek da wan. Lê dosya me jî wisa ma. Deng jê derneket.”