Bi hilberîna kolektif çanda xwarinê zindî dibe

  • 09:02 16 Mijdar 2019
  • Jiyan
WAN - Jinên ku li gundê Noşar ya Çaldiranê dijîn, li dijî çanda xwarinê ya ku ji hêla modernîteyê ve hatiye ferz kirin bi israrin ku çanda komînal zindî bikin. Jinên ku bi hev re hilberînê dikin, her wiha çêkirina xwarinên kevneşopî jî berdewam dikin. 
 
Li gundên ku modernîteya kapîtalîst nikaribû têkevê, jin di mijara avakirin û jiyandinê de pêşengiyê dikin. Jinên ku li gundê Noşar yê navçeya Çaldıran a Wanê dijîn, karê xwe bi hev re dikin, bi hev re navber didine û nîqaş dikin. Serê sibêhê radibin û dest bi kar dikin, naxwazin dev ji jiyana gundê xwe berdin. Bi taybet jî jinên ku bi xwedîkirina ajalan re mijûl dibin, heftê carekê li ser tenurê kom dibin û yek ji xwarinên herî naskirî yên herêmê ‘helîse’ çêdikin. 
 
Xwarina Wanê ya herêmî helîse di tenurê de tê çêkirin û ji bo mêvana tê pêşkêş kirin. Denîz Dagdemîr a ku ji dayika xwe fêrî çêkirina helîse bûyê, çêkirina vê xwarinê wiha ji me re dibêje: “Em genim ji êvarî de dikelînin, 2 kevçî xwê û li gorî xwestekê goşt jî dixinê. Piştre jî genim û birincê dixin hindirê beroşekê û datînin ber tenûrê. Piştî ku nêzî saetekê keliya, ava firingiya ku bi rûnê nivişkê hatiye amade kirin, xwê îsota hûr a sor û bi pîvazan tê sorkirin û herî dawî jî bi ser de tê dakirin.” 
 
‘Em 7 mehan li zozanan dimînin’
 
Denîz diyar kir ku karên li gund bi dabeşkirina kedê re têne kirin, ew bi kolektîf dixebitin û wiha got: “Em biharê derdikevin zozanan. Nêzî 7 mehan li wir dimînin. Em pezê xwe diçêrînin, ji şîrê wan rûnê nivişk, mast çêdikin û penîr çêdikin. Di payîzê de jî em vedigerin gund. Amadekariyên xwe yên zivistanê û paqijiya malê dikin. Em pez û berxikên ku dixin axuran, heta zivistan diqede em wan xwedî dikin."
 
‘Qeyrana aborî li ser me jî bibandor e'
 
Deniz wiha dawî li axaftina xwe anî: "Jiyana gund her çiqasî bi hilberîn be jî, qeyrana aborî bandorek kûr li ser me dike. Ev gundê ku tenê bi xwedikirina ajalan debara xwe dikin. Ji ber vê qeyrana aborî, em wek berê nikarin şîr û berhemên şîr bifroşin. Ji ber vê yekê, tekez kir ku ew bi zahmetî debara xwe dikin."