Jinên navçeya Qinê 26 roj in bi çêkirina xwarinê piştgiriyê didin şervanan

  • 14:41 10 Mijdar 2019
  • Jiyan
KOBANÊ - Jinên navçeya Qinê ya Rojavayê Kobanê ji bo ku alîkarî û piştevaniya xwe bi QSD’ê re nîşan bidin ev 26 rojin bê navber xwarinê ji şervanan re amede dikin.
 
Jinên gundên navçeya Qinê ya Rojavayê Kobanê bi riya çêkirina xwarinê piştevaniya xwe bi şervanên QSD’ê re yên ku li hember êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê, parastina gelê herêmê û welatê xwe dikin re radigihînin. 
 
Jina bi navê Sedîqe Oso ya ku xwarinê çêdike wiha got:  "Em ji bo zarokên xwe ev 26 roj in bê navber xwarinê çêdikin. Ne tenê xwarin, çi pêwîst be em ê ji bo şervanên xwe bikin. Em weke dayi her tim li pişt şervanên xwe ne."
 
'Ev xaka pîr û kalên me ye' 
 
Her wiha dayika bi navê Edle Suleyman jî wiha got: "Em îro jinên navçeya Qinê li hev kom bûne û ji bo ku xwarinê ji şervanên xwe re yên ku li hember êrîşên dewleta tirk ya dagirker û komên girêdayî wê parastina me û welatên me dikin çêdikin. Şervanên me zarokên me ne, em bi riya çêkirina xwarinê piştgiriya xwe bi wan re nîşan didin. Heta dawiyê em ê li ber xwe bidin û em nahêlin xaka pîr û kalên me were dagirkirin.”