Jinên Nisêbînê tenûrên xwe ji nû ve çêkirin

  • 09:18 31 Cotmeh 2019
  • Jiyan
Medîne Mamedoglu
 
MÊRDÎN - Li Nisêbînê piştî qedexeyên derketina derve şûnde, ji ber pevçûnên hatibûn jiyîn 6 tax hatibûn hilweşandin û avahiyên TOKÎ hatibûn çêkirin. Malbatan di mehên borî de bar kiribûn xaniyên xwe. Jinan tenûrên xwe yên ku hatibûn hilweşandin, bi destên xwe ji nû ve çêkirin.
 
Li Nisêbîn a Mêrdînê di navbera 2015-2016’an de ji ber pevçûnên hatibûn jiyîn 6 tax hatibûn hilweşandin û li şûnê avahiyên TOKÎ hatibûn çêkirin. Di mehên borî de welatî li avahiyan bi cih bûn. Li van avahiyan hinek tişt jî hatibûn astengkirin. Yek ji van jî tenûrên nan bûn.
 
Jinên Nisêbînê tenûrên ku nehatibûn çêkirin bi destê xwe çêkirin. Jina bi navê Latîve Erçîk ku tenûra xwe bi destê xwe çêkir, diyar kir ku ew bi pevçûn an jî hilweşînan dest ji çand an jî jiyana xwe bernade.
 
Jinên taxên din jî mînak girtin
 
Latîfeyê destnîşan kir nanê dikirin têrî wan nakin û wiha got: “Me jinên taxê bi axê tenûrên xwe çêkirin. Jinên taxên din jî ev mînak girtin û tenûrên xwe çêkirin. Dema pevçûn derketin em çûn Qoserê. Em çend mehan li wir man. Dema em vegeriyan xaniyê me nemabû. Dora wan têl kiribûn. Piştre jî hilweşandin. Li şûnê TOKÎ çêkirin. Hemû dişibin hev. Parqek çêkirin. Gotin wê ji vir hez bikin. Lê nebû, me hez nekir. Em di xaniyên biçûk de bi dehan kes dimînin. Berê tenûrên me hebûn. Dema hilweşînê ew jî hilweşandin. Ev 4 mehe em hatine vir. Dema em nû hatin me ji firinan nan digirt. Nanê me digirt jî têrî me nedikir.”
 
Latîfeyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Nanê em digirin têrî me nake. Butçeya me jî têr nake. Me biryar da ku em ji nû ve tenûrên xwe çêbikin. Li taxên din jî jinan em mînak girtin û çêkirin. Zarokên me ji nanê tenûrê hez nakin”
 
‘Şer nikarin çanda me bidin jibîrkirin’
 
Latîfeyê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku bi şer û hilweşînê tu kes nikare çanda wan bi wan bide jibîrkirin û wiha dawî lê anî: “Bi hilweşandina xaniyan, tunekirina taxan hewl dan me ji her tiştî dûr bixin. Lê çanda me keda me beriya van xaniyan hebûn. Em xistin xaniyên wek qutîkan. Hewl dan me ji her tiştî qut bikin. Lê em wek berê karê xwe dikin. Em neguherîn.”