Malbatên di konteyniran de: Em naxwazin vê salê jî di konteyniran de bijîn

  • 09:10 23 Cotmeh 2019
  • Jiyan
Zeynep Durgut
 
WAN - Li gel ku 9 sal di ser erdheja Wanê re derbas bûn jî hîna malbatên di konteyniran de dimînin hene. Malbatên ku ji sala 2011’an de heta niha di konteyniran de dijin diyar kirin ku ew naxwazin zivistanek din di konteyniran de derbas bikin. 
 
Di sala 2011’an de di meha  23'yê cotmehê de li navçeya Wanê ya Erdîşê û navenda Wanê bi hêza 7.2 erdhêj pêk hatî bû. Di encama erdhêjiyê de bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest da û bi hezaran mal jî ji erdhêjiyê neyînî bi  bandor bibûn û hilweşiya bûn. Ji ber erdhêjiyê gelek welatî bê mal mabûn û ji bo welatiyan li her derên bajêr  konteynir hatin danîn. Di salvegera 9’emîn a erdhejiyê de  ji sala 2011’an de heta niha di konteynirên ku li navçeya Artemetê ya li hemberî nexweşxaneya Dewletê ya lêkolîn û Perwerdehiyê ya Wanê  5 malbat hîna di konteyniran de dijîn. Malbatên ku di bin şert û mercên herî nebaş de dijin diyar kirin ku ew terikî qedera xwe hatine kirin û gotin ku tu alîkariya dewletê ji wan re tune ye. 
 
'Em naxwazin vê salê jî di konteyniran de bimînin'
 
Ji malbatên ku di konteyniran de dimînin jina bi navê Hîzret Duranwiha axivî;” Em tu caran erdhêja sala 2011’an ji bîr nakîn. Cihê ku em herîn tune ye, ma qey em ne mirovîn? Alîkariya dewletê ji me re tune ye. Ji sê mehan carekê ji wekfa alîkariyê ji me re erzaq tê dayîn. Wekî ku sedeqe didin me tevdigerin. Bi vî awayî me didin bêdengkirin. Mirov  tenê rojekê bi vê rewşê nikare îdar bike. Lê em 9 sal in wisa dijîn. Ew di malên herî xweş û gerim de dijin, lê em ne di wê rewşê de ne. Konteynir hilweşiyan e. Ez bawer nakim ku em vê zivistanê bikaribîn li vir bijîn. Dipuşk ketine hundir em her tim bi tirsa wan radizên. Em nikarîn bi şev razên.  Di demsala zivistanê de ceyran û ava me tê birîn. Em naxwazîn ku zivistaneke din di konteyniran de derbas bikîn. “
 
'Daxwaza me maleke germ e'
 
Jina bi navê Dilşad Demîrhan ji bi lêv kir ku ji ber zor û zehmetiyên konteyniran nexweşî li wê peydabûne û wiha pê de çû;” Ji ber behna nebaş nexweşî li min peyda bûne. Ez carekê hatim emeliyatkirin. Ji ber ku em di bin şert û mercên herî zehmet de dijîn ne mimkune ku em hewaya paqîj bigirîn. Rewşa me ya aborî pir xirabe. Sarinceke me jî tun ye. Daxwaza me tenê ew e ku maleke me ya germ hebe. “