Rêvebera Falun Dafa: Em dixwazin vebêjin ku zilm berdewam dike

  • 09:07 20 Cotmeh 2019
  • Jiyan
Safiye Alagaş
 
STENBOL - Rêvebera Komeleya Falun Dafa ya Tirkiyeyê Demet Gokoglu diyar kir ku ew dixwazin pêkanînên li hember bikarhênerên ‘Falun Dafa’ ya li Çînê hatiye qedexekirin, pêk hatine, li Tirkiyeyê ji zêdetir kesî re vebêjin û got: “Em dixwazin vebêjin ku fêdeya Falun Dafa çiqas ji mirovan re heye, çawa ahlaqekî mezin pêş dixe, vebêjin.”
 
Falun Dafa bi navê din Falun Gong, rêbazek medîtasyonê ya ku bi pêşxistina beden a bi egzersizên spesîfîk pêk tê ye. Li Çînê bi mîlyonan kesên Falun Dafa pêk tînin hene. Lê ev pêkanîn 20 sal berê li Çînê hat qedexekirin. Yên pêk tînin jî tên girtin. Tê îdiakirin ku bikarhênerên Falun Dafa, endamên wan ên tên girtin li girtîgehê tên kuştin û bazirganiya organên wan tên kirin.Dem bi dem hat gotin ku delîlên ku di 20 salên dawî de li hember endamên Falun Dafa neqla organê tê ferzkirin, hene. Ji aliyê aktîvîstên mafê mirovan û akademîsyenan ve ev tê ferzkirin. 
 
‘Dewletê demekê piştgirî daye piştre qedexe kir’
 
Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Falun Dafa ya Tirkiyeyê Demek Gokoglu, got Falun Dafa pergalek medîtasyonê ya ji bo tenduristiya mejî û beden tê kirinê ye û ev medîtasyon jî rastî, merhemet û xweşbîniyê dihewîne. Demetê wiha got: “5 tîm egzersizên wê hene. 4 heb li ser piyan tê kirin. Yek jî rûniştî tê kirin. Rêbazeke ku berê li Tirkiyeyê nehatiye dîtinê ye. Falun Dafa di 1992’an de li Çinê ji aliyê Usta Lî Hongzhî ve ji gel re hat nasîn. Di heman demê de jî hosteyê wê yê dawî ye. Ev pêkanînek ji Çînê derketiye. Piştî li Çînê hat aşkerakirin şûnde gelek navdar bû. Heta 1999’a dewletê piştî dayê. Di alî zanistî de fêdeya wê ya ji bo mirovan hat erêkirin.”
 
'Em dixwazin ji mirovan re vebêjin ku ev zilm hîna didome'
 
Demetê bi lêv kir ev pêkanîn her çû li cîhanê belav bûye û got: “Lê di 1999’an de serok dewletê Çînê Jîang Zemîn qedexe kir. Piştî hat qedexekirin jî kampanya reşkirinê dest pê kirin. Piştre jî kesên ev pêk anîn li kampan anîn cem hev. Di 25’ê Nîsana 1999’and e mirov hatin girtin. Îşkence û zilm hat destpêkirin. Em dixwazin ji mirovan re vebêjin ku ev zilm hîna didome. Em dixwazin vebêjin ku Falun Dafa ji bo bedena mirovan çiqas bi fêde ye, ehlaqekî çawa mezin pêş dixe.”
 
'Em dixwazin ev zilma li Çînê bisekine'
 
Demetê daxuyakirin ku hikûmeta Çînê 20 sale li hember bikarhênerên Falun Dafa bazirganiya organên zindî dike û ev tişt vegot: “Ev 20 sale hemû welat dizanin ku ev bazirganiya organên zindî tê kirin. Ji bo bê sekinandin jî welatan di nav xwe de qanûn derxistin. Doz hatin vekirin. Dermankirina organên ku menşiya wan ne diyar e li welatên xwe qebûl nakin. Ev Elman, îtalya, Çekya, Israîl, Ispanya ye. Her wiha welên din ên serlêdan kirine jî hene. Armanca me ev e ku bikaranîna organên ku meneşeiya wan ne diyar e li welatê me neyê bikaranîn. Em dixwazin vebêjin ku Falun Dafa çiqas ji tenduristiya mirovan re baş e. Ev pêkanîn li her derê welat bê pere ye. Em dixwazin bigihînin zêdetir mirovî. Em dixwazin ev zilma li Çînê bisekine, kampên komkirinê bên girtin. Li Çînê kesên vê pêkanînê pêk tînin hîha li kampan tên girtin.”
 
‘Komkirina pere qedexe ye’
 
Demetê destnîşan kir ku wek Komeleya Falun Dafa, komkirina pere qedexe kirine û tenê ji bo îdamekirina komeleyê bi awayekî sînor endamên wan hene, zêdetir endamî jî qebûl nakin. Demetê bi lêv kir ku ew bi aktîvîteyên cuda xwe digihînin mirovan û got: “Cihekî aydê me tune ye. Em li cihekî kom nabin û li wir xebatê nameşînin. Ji ber komkirina pere qedexe ye, em di bin sîwaneyekê de kom nabin.Lê bi alîkariya şaredariyan em tevlî bernameyan dibin an jî wek komele cih tercîh dikin û ji bo bernameyê bikin serlêdanê dikin. Em dixwazin lêkolînên ku 20 sal in li Ewropayê di vê mijarê de tên kirin ji gel re vebêjin. Em jî dildar dixebitin. Xwezî me zêdetir tiştek bikira.”
 
Demetê di dawiya axaftina xwe de got ji ser malpera www.falundafa.org dikarin bi wan re têkilî bê danîn.