Ji bo welatiyên bertek nîşanê panoyên ceyranê dan, cezayên kêfî

  • 09:17 13 Cotmeh 2019
  • Jiyan
MÊRDÎN - Li Nisêbînê welatiyên ku bertek nîşanê panoyên ceyranê yên DEDAŞ’ê xistine bin erdê, dan. Jinan diyar kirin ku ji ber bertek nîşan dane cezayên ceyranê yên 500-600 TL li wan hatiye birîn û diyar kirin ku wê her tim li dijî vê pêkanînê bin.
 
Li Nisêbîn a Mêrdînê li taxên 8’ê Adarê û Aştyê panoyên ceyranê li bin erdê bicih kiribûn. Jinan bertek nîşanê vê dan û ber bi Konaxa Hikûmetê ve meşiya bûn. Qeymeqam bi jinan re hevdîtin nekirin û karkerên DEDAŞ’ê mudaxaleyê jinan kir û heman rojê li du taxan ceyran hat birîn.Şêniyên taxê ku ji bo sedema birîna ceyranê bipirsin, li DEDŞ’ê geriyan û hat îdia kirin ku personelên DEDAŞ’ê gotine ‘Hun nahêlin em karê xwe bikin. Ev ji bo we bila ders be. Belkî heta hefteyekê ceyran neyê’. Piştî birîna ceyranê ji bo malên li du taxan fatureyên cezayê ceyranê yên wek 500-600 L hatin birîn. Jinên taxê bertek nîşanê rewşê dan û diyar kirin ku tevî ku ceyrana kaçax bikar naynin ev ceza li wan hatine birîn.
 
‘Em vê neheqiyê qebûl nakin’
 
Leyla Yildiz: Em vê qebûl nakin. Ez her meh 300 TL fatura ceyranê didim. DEDAŞ beyî li saetê binêre dibêje tu kaçaxê bikar tînî û ceza dinivîse. Em kaçaxê bikar naynin. Em naxwazin saetên me jî bixin bin erdê. Ewlehiya zarokên me tune. Ew pano li derve bin wê zarokên meç i bikin?Wê biçin bi wan bilîzin. Ev tişta tê kirin neheqiyek mezin e. Ji bo panoyan negirin derve em ê her tiştî bikin. Jinan rojên borî meş pêk anîn. Lê qeymeqam ew negirtin muxatab. Polîsan ew asteng kirin. Piştre jî hatin ceyrana me birîn.
 
Nuriye Demîr: Ez her meh 500 TL fatura ceyranê didim. Gelo qet wijdana wan tune. Ev neheqî têr nake? Berê digotin hun terorîst in, niha tên dibêjin ceyrana kaçax heye. Lê em ê her tim li dijî wan bin.Ew pano wê neçin derve. Çi ji destê wan tê bila bike.
 
Jinên taxa 8’ê Adarê jî wiha gotin:
 
Gurbet Buluş jî ev tişt anî ziman: Em naxwazin saetên me bigirin derve an jî bin erdê. Ewil em xapandin gotin xebata gaza xwezayî dikin. Piştre em hînbûn ku xebata ceyranê dikin. Em kaçaxê bikar naynin. Tên bi awayekî kêfî ceyranê dibirin. 
 
‘Ewlehiya canê zarokên me tune’
 
Xezal Alkan: Em teqez van qebûl nakin. Bi xapandinê dest bi vê kirin. Ewlehiya zarokên me tune. Zarokên me her roj wê bi wan panoyan bilîzin. Em kaçaxê bikar naynin. 
 
Turkan Alkan :Ji bo van panoya du kablo danîn ber derêmin. Hewl didin bi dîwar ve bikin. Sibê disbê bi zarokên min bigire ez ê çi bikim. Ew berpirsin. Lê kes tiştekî nakin. Her roj ceyrana me dibirin. Ceyrana malbatan kaçax be jî nebe jî tên ceyranê dibirin. Jinan rojên borî meş pêk anîn. Ekîbên DEDAŞ’ê du roj şûnde hat ceyraname birî. Beyî li saetan binêrin 500-600 TL ceza dibirin.