Bi kursiya bi teker, li Nobeta Demokrasiyê ye

  • 09:16 10 Cotmeh 2019
  • Jiyan
Berîtan Canozer
 
AMED - Meryem Gokkan ku bi kursiya teker tevlî Nobeta Demokrasiyê bûye wiha got: “Pariyê me ji devê me digirin. Zarokên me ji hembêza me digirin. Çav berdane canê me, axa me. Em ji vê re jî dengê xwe bilind nekin, em çima dijîn gelo, çi wateya wê heye.”
 
Nobeta Demokrasiyê ya ku piştî tayînkirina qeyûmên ji bo şaredariyên Wan, Amed û Mêrdînê hat tayînkirin şûnde dest pê kirin, 53 roj e berdewam dike. Ji roja çalakî dest pê kiriye heta îro, girse bi biryarek mezin çalakiyê didomîne û di girseyê de piranî jin û ciwan balê dikşînin. Jin û ciwan stranên berxwedanê dibêjin û dirûşman berz dikin. Gel ku li dijî qeyûman û êrîşan li berxwe da, bi heman îradeyê berxwedana xwe didomîne.
 
Jin pêşengên çalakiyê ne…
 
Girse her sibehê saet di 10.00’an de tê Kolana Lîseyê ya li hember şaredariya bajarê mezin. Gelek caran taştiya xwe jî li wir bi çay û simîtan dikin. Girse li ber marketa ser kolanê tên cem hev û rûdinin. Bi rojnameyên ku tînin qadê rojevê dişopînin. Çalakiya ku heta saet 11.00’an bêdeng derbas dibe, piştre dirûşman berz dikin. Heta dawîbûna çalakiyê bê navber dirûşme tên berzkirin. Hinek rojan komên ku bi meşê tevlî çalakiyê dibin hene. Bi tevlîbûna hevşaredar Adnan Selçuk Mizrakli re coş mezintir dibe. Pêşengiya çalakiyê wek her tim jin dikin.
 
Bi kursiya teker tevlî çalakiyê dibe
 
Polîs gelek caran bi dengê motorê yên ji TOMA’yan derdixin hewl didin dengê gel biçewisînin. Li dijî vê jî stranên girseyê bilindtir dibin. Di heman demê de Selçuk Mizrakli û endamên meclîsê, civîna meclîsê di çalakiyê de di navbera gel de pêk tînin. Daxwaz û pêşniyarên gel digirin. Piştî çalakiya sê saetan bi daxuyaniyên roj diqede. Yek ji kesên her roj tevlî çalakiyê dibe Meryem Gokkan a 78 salî ye. Li Swîsreyê dijî. Ji bo serdana xizmê xwe hatiye Tirkiyeyê û bi rojane tevlî çalakiyê dibe. Ji ber di meşê de zehmetiyan dikşîne bi kursiya teker tê û dibe hevkarê berxwedanê.
 
‘Tu kesê bi rûmet divê bêdeng nemîne’
 
Meryemê di 1990’î de, li gundê Kulînce yê Pirsûsa Rihayê ji ber zextên dewletê neçar dimîne bi malbata xwe re koç bike. Ji ber zextên dewletê malbat bêzar dibe û piştî cezayê muebetê li kurê wê tê birîn koçî Swîsreyê dike. Meryem ku rojên zehmet dijî di salên 2000’î de her tim tê Amed û Rihayê. Meha borî jî ewil tê Rihayê û piştre tê Amedê. Çalakiyê dibêje û dibêje ‘Ez nikarim li dijî vê xespê bêdeng bimînim, tu kesî bi rûmet divê bêdeng nemînin’ û tevlî çalakiyê dibe. Meryem ku bi xwişka xwe ya 65 salî re tê çalakiyê diyar dike ku îro dernekevin kolanê wê kengê biçin kolanan.
 
‘Çav berdane axa me canê me’
 
Meryem yek ji jinên Kurd ku rastî her cureyê zext û êrîşê hatiye. Meryem wiha got: “Wijdan û îradeya min, min tîne vir. Ez ji ber nexweşiyê nikarim zêde biaxivim. Ez bi rewşa xwe li vir im, ciwan li ku ne? Bi mîlyonan kesên deng dane HDP’ê li ku ne? Çima xwedî li îradeya xwe dernakevin? Pariyê me ji devê me digirin. Zarokên me ji hembêza me digirin. Çav berdane canê me, axa me. Em ji vê re jî dengê xwe bilind nekin, em çima dijîn gelo, çi wateya wê heye. Ez ji Swîsreyê hatim cem malbata xwe. Xwişka min beriya min her roj dihat. Piştre min got ez jî têm. Heta hefteyekê ez ê vegerim Swîsreyê. Lê heta wê rojê ez ê bêm. Bila dayikên Kurd bên vir. Em çawa vê rewşê qebûl bikin. Em ê berxwe bidin, em ê şaredariyên xwe şûnde bigirin.”