Ji Îranê heta Tirkiyeyê çîrokek koçberiyê: Ez dixwazim bê tirs bijîm

  • 09:28 9 Cotmeh 2019
  • Jiyan
Dîlan Babat - Habîbe Eren
 
ENQERE - Mahatap Newzat Tahranî ku ji ber tehdîd  û zextên li Tehranê 5 sal berê koç kir û hat Enqereyê diyar kir ku li Tirkiyeyê jî rastî gotinên nefretê tê û got: “Dixwazim ji Tirkiyeyê biçim. Ez ji dewleta ku min bigire tu piştgiriyê naxwazim. Tenê dixwazim bê tirs bijîm. Wek mirov bijîm.
 
Mahatap Newzat Tahranî çîroka xwe ya ji Paytexta Tehran a Îranê heta Tirkiyeyê vegot. Mahatap diyar kir ku li Îranê li girtîgeha Evînê rastî tacîz û îşkenceyê hatiye û 5 sal berê reviyaye Tirkiyeyê. Mahatap got du roj beriya dadgehê bi lez û bez reviyaye Tirkiyeyê.
Mahatapê pêvajoya revandina xwe wiha vegot: “Ez bi biryara dê û bavê xwe hatim Tirkiyeyê. Ez ji ber axaftinek min kiriye û îxbarkirinê hatim darizandin. Di bin çavan de ev qeyda deng dan guhdarkirin. Ez birim binê avahiyê. Got bêje ‘ez poşman im.’ Min jî got min tiştekî şaş nekiriye. Tehdîda tecawizê li min kirin. Li odeya darizandinê cigare di bedena min de temirandin. Ez dema derketim rewşa min gelek xerab bû. Min ji malbata xwe re vegot û malbatê ez şandim vir.”
 
‘Bavê min hîna jî tê tehdîdkirin’
 
Mahatapê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez bi malbata xwe re li ser çapemeniya civakî diaxivim. Ji ber van hevdîtinan bavê min binçav kirine û tehdîd kirine wê malê wî bê desteserkirin. Ji bavê min re gotine ‘Em ê tecawizê keça te bikin û parçe parçe bînin.’Bavê min ji ber tehdîdan krîza dil derbas kiriye. Ez ji bo rehet bikim hatim vir. Lê 5 sale ez rastî her cureyê gotin û êrîşên nîjadperest hatim. Pir cuda li jinên Îranê mêze dikin. Heqeretên ‘Em dizanin hûn ji bo çi tên vir’ dikin. Ez ji bo destê xwe çûbûm nexweşxaneyê, li wir xebatkaran gotinên nîjadperest anîn ziman. Li vir kesên biyanî wek mirov nayên dîtin.”
 
‘Ez ji rûmeta xwe tawîz nadim’
 
Mahatap destnîşan kir ku ji ber gotinên nîjadperest derûniya wê xirab bûye û gelek caran hewl daye întîxar bike, teşîsa major depresyonê lê hatiye kirin û ji ber vê jî tê dermankirin. Mahatapê ev tişt bi lêv kir: “Min ji her tiştî tawîz da lê naxwazim ji rûmeta xwe tawîz bidim. NY dibêje em mafê mirovan esas digirin. Lê 5 sale ez nikarim dengê xwe bidim bihîstin. Em ne xema tu kesîne. Min serî li gelek cihî da lê tu kesî bersivek erênî neda. Xeyalên min hene. Ez dixwazim bê tirs bijîm. Ez her tim bi fikar ji malê derdikevim. Ji bo van tiştan nejîm, dixwazim biçim welatekî sêyemîn. Rêzdariya nîşanê mirovan didim dixwazim ew jî nîşanê min bidin. Ez naxwazim wisa bêm pelçiqandin. Ez naxwazim bê rûmet bijîm. Ez çûm ÎHD’ê min rewşa xwe vegot.”
 
‘Dixwazim bê tirs bijîm’
 
Mahatapê wiha dawî li axaftina xwe: “Li Tirkiyeyê jiyan zehmet e, me wek mirov nabînin. Ez bang li NY’ê û welatên din dikim. Ez ji dewletên ku min bigirin tu piştgiriyê naxwazim. Tenê dixwazim bê tirs û wek mirov bijîm. Bila her kes dengê min bibihîze. Bi mîlyonan jinên wek min hene. Ez destekî alîkariya min bike dixwazim.”