Li Efrînê şûnwarên dîrokî tên tunekirin

  • 09:14 9 Cotmeh 2019
  • Jiyan
Sozda - Oremar
 
EFRÎN - Li Efrînê li ber çavên hemû cîhanê dîrokek tê tunekirin. Li gor çavkaniyên herêmî, gelek gir û goristan tên vekirin û şûnwarên wan tên dizîn. Ev şûnwar li Tirkiyeyê û Ewropayê tên firotan.
 
Dewleta tirk amadekariya xwe ya êrîşa li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Di heman demê de Efrîna ku di bin kontrola dewleta tirk de her roj tê texrîbkirin. Komisyona Lêpirsînê ya Navneteweyî ya Sûriyeya Azad a Neteweyên Yekbûyî li gor rapora ku amade kir anî ziman ku li Efrînê gelek mîrateyên çandî ji aliyê komê çekdarî ve hatiye talankirin. 
 
Goristan tên tunekirin, dar tên jêkirin
 
Di dîmenekî ku ketiye destan de, dîrok çawa tê tunekirin radixe ber çavan. Li Navçeya Cindirêsê gundê Hec Hesna mala Şêx Muhemed ê ku di nava goristanê de ye bi xwe jî cihekî dîrokî ye tê xirabkirin. Kevirên goran tên şikandin, dîsa goristan tên kolandin.
 
Dîsa li navçeya Mubeta gundê Qenterê darên fêkî û zeytûnan tên şewidandin. Lê tevî hemû tahrîbatan carek din ev dar şîn dibin, carek din navbera Cindirêsê û Şiyê herêmeke berfireh a daristanan bi temamî tê şewitandin.
 
Şûnwarên dîrokî li bazaran tên firotin
 
Dîsa li gor dîmen û wêneyên ketine destên me de çiqas şûnwar tên xirabkirin, talankirin û dizîn tê xuyakirin. Tabloyên Entîk Yûnan xwedayê wan Apollon peykerê wî tê xuyakirin û dîsa gelek mozayîkên dîrokî tên xuyakirin. Ev şûnwarên dîrokî ji aliyê OSO û komên çekdar ve ji Efrînê tên derxistin û ji bo bê firotin dişînin derveyî welat. Li gorî çavkaniya herêmî ev şûnwaran ji aliyê rêyadarên tirk ve tên firotin. Beşek ji wan jî difiroşin welatên Ewropayê. Dîsa li gor çavkaniyên herêmî kesê bi navê Azad Osman cihê şûnwaran nîşanî wan dike û dibe alîkar.
 
Heta îro hejmarek pir zêde şûnwar hatin xirabkirin û dizîn
 
Li Efrînê 144 cihên dîrokî hene. Berî vê Girê Nebî Horî bi maşîneyên giran hat kolandin û şûnwarên wê hatin dizîn, ev şûnwarên ku ji vir derxistine zêr û zîvên ku hatine derxistin, derbasî Tirkiyeyê kirin. Hestîyên Aîdê Neandatallar ku berî Mîladê sed salan hatine jiyankirin(Şikefta Du-Deriyê) tê kolandin û gelek şûnwar hatin derxistin. Heta vê rojê (Şêx Ereb, Du-Deriyê, Zivingê, Lêdan, Dêr Siwan, Qurbê, Stêr, Eyn Ecerê (Eyn Hecer), Kefer Romê, Cûmkê, Sîndankê, Dûramiyê û Meydankê) li kêleka wan gelek cihên Efrînê yên dîrokî, 35 cihên dîrokî yên din hatine xirabkirin, talankirin û dizîn.
 
Gelek cih bi dizî tên kolandin
 
Li Efrînê gava ku êrîş çêbûn Girê Endarê  ji aliyê balafirên şer ve hat hilweşandin. Dîsa Girê Endarê tê kolandin û gelek peyker ji vir hatine derxistin, lê mixabin tu car nehiştine bê dîtin. Bi maşîneyên mezin ku cih tên kolandin û cihên dîrokî tên xirabkirin û zirarên mezin dibînin. Tepeyê Zirafkê, gundê Elbîskê ya girêdayî Reco her wiha gundê Hisê ya girêdayî Rojhilata Mubeta girê wê gava ku tê kolandin çêbûye bi sedan mozayîk hatine derxistin û dizîn. Li gor hatiye tesbîtkirin heta niha li Efrînê 16,000 şûnwar hatine dizîn.
 
Cihên dîrokî, goristan û Hûyûk veguharandine cihên leşkerî
 
Gundê Hemamê yê girêdayî Navçeya Cindirêsê cihê dîrokî zivirandine cihên leşkerî. Gundê Senarê ya girêdayî Navçeya Şiyê li vir cihên dîrokî yên Elî Dada goristana wî hatiye şewitandin û li cihê wê cihên leşkerî hatine avakirin û heta vê kêliyê kolandina şûnwaran berdewam e. Dîsa li Navçeya Cindirêsê gundê Dêr Belodê bi destê leşkerên tirk ve du noktayên cuda tên kolandin. Her wiha Navçeya Mubata gundê Avrazê ev kolandin berdewam e.
 
UNESCO dêra ku di lîsta wê de ye hat talankirin
 
Dêra Mermoran ku di bin parastina UNESCO'yê de ye bi kolandinê hat talankirin. Gelek caran talana cihên dîrokî bi belgeyan hat pêşkêşkirin, lê mixabin dîrokek li ber çavên hemû cîhanê tê tunekirin.