Dest bi berhevkirina zeytûnên Dêrikê hat kirin

  • 10:47 3 Cotmeh 2019
  • Jiyan
Medîne Mamedoglu
 
MÊRDÎN - Dest bi komkirina zeytûnên Dêrikê ku debara piranî gel pêk tîne û bi tehma xwe tê zanîn, hat kirin.
 
Li navçeya Dêrik a Mêrdînê li baxçeyên her malbatê zeytûn hene û zeytûnên ku yek çavkaniya herî girîng a gelê navçeyê ye, niha tên komkirin. Zeytûnên ku ji ber germahiyê li gorî salên berê rêjeya wê ketiye, îsal jî dest bi komkirina wan hat kirin û her sibeh gundî di saetên zû de diçin baxçeyan û karekî gelek zehmet e. Zeytûnên gelek cureyên wê yên Xilxalî, Zoncuk, Gulekî, Kejik, Bellotî, Xursekî, Melkebazî, Melebelî, Mavî û Aglîş hene, piştî xebata bi rojan şûnde komkirina wan bi dawî dibe.
 
‘Keda em didin heqê me dide’
 
Jina bi navê Hasîbe Erol a ku dest bi komkirina zeytûnên baxçeyên xwe kir wiha got: “Em di komkirinê de jî di avdanê jî gelek zehmetiyan dikşînin. Em gelek kedê didin. Niha demsala wê hat û em ji bo komkirinê çûn baxçeyan. Em derdikevin ser daran, baskên dirêj em dibirin, yên din jî tên weşandin. Em hemûyan kom dikin, dixin selikan. Hinek malbat ên xwe difroşin, hinek jî ji bo xwarinê bi kar tînin. Em ji bo xwarinê kom dikin. Baxçeyê me mezin e. Em du hefteyan kom dikin. Em her darekê saetekê pê re mijûl dibin. Em kedek mezin didin daran. Darên sedsalî ne. Ji ber vê lênerîna wan, avdana wan divê bi taybet bê kirin. Lê em beramaberê keda xwe jî digirin.”
 
‘Ji her darê zeytûnê tên xwestin’
 
Hasîbeyê navdarbûna zeytûnên Dêrikê ya li herêmê bi bîr xist û got daxwaza ji bo zeytûnan gelek zêde ye û ev tişt bi lêv kir: “Piştî em zeytûnan kom dikin, dibin malê. Zeytûnên vir navdar in. Li her derê tê xwarin. Gelek daxwaz hene. Zeytûn ne tenê bi tehma xwe bi, şifa xwe jî tê zanîn. Em zeytûnên biçûk dikin rûn. Bi taybet ji bo vê daxwaz pir heye.”
 
‘Li gorî berê berhem kêm bûye’
 
Hasîbeyê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ji ber germahiyê berhem li gorî salên din ketiye û got germahiya zêde ne tenê bandor li garis, genim, li zeytûnan jî kiriye. Hasîbeyê bi lêv kir ku berê her darek zeytûnên wê gelek xurt bûne lê îsal ne wisa bûye. Hasîbeyê destnîşan kir ku ji bo sala pêş jî wek îsal berhem nagirin, divê ji niha de dest bi avdan û lênerîna daran bê kirin.