'Em bi rihekî wekhev bi hev re zeytûnan kom dikin'

  • 09:03 2 Cotmeh 2019
  • Jiyan
Ferîde Zade
 
ŞEHBA - Malbatên Şehîdan li Şehbayê dest bi komkirina zeytûnan kirin. Di derbarê komkirina zeytûnan de dibêjin: "Em gelekî afrîner in. Li ku derê dibe bila bibe, em jiyanê diafirînin."
 
Bi hatina demsala komkirina zeytûnan şêniyên Efrînê û Şehbayê dest bi komkirina zeytûnan kirin. Malbatên Şehîdan tevlî şêniyên Şehbayê bûn û alikarî didin komkirina zeytûnan. Têkîldarî komkirina zeytûnan malbatên Şehîdan ên Efrînê nêrînên xwe parve kirin. 
 
'Em ji zeytûnan qut nabin'
 
Dayika Şehîd Egîd û Zîlan, Hajer Miho behsa komkirina zeytûnan dike û wiha dibêje: "Hemû cîhan bû yek û li ser Efrînê li hev kirin. Me ji Efrînê derxistin û gotin dê gelê wê derê ji zeytûnan qut bibin. Em tu caran ji zeytûnan dûr nakevin. Em weke gelê Efrînê bi axê re pir girêdayîne, ji bo wê em li ku derê bin em wê derê diafirînin. Niha jî em bi rihê yekîtiyê kom bûne û alikarî didin gelê Şehbayê û zeytûnan kom dikin. Em bi rihê netewa demokratîk hevdu temam dikin û bi hemû pêkhateyan li vir kom bûne." 
 
'Zeytûnên ku em kom dikin, em ê li gel belav bikin'
 
Dayika Şehîd Amed û Rojhat, Hêvîn Eloş axivî û wiha got: "Em li ser erdê Şehbayê li kêleka gelê Şehbayê ji hemû pêkhateyan kom bûne û alikarî didin hev û zeytûnan kom dikin. Piştî komkirina zeytûnan, em ê bikin nav zeyt û li gel belav bikin ku em alîkariyê bikin. Îro weke malbatên Şehîdan em tevlî vî karî bûne, ji ber malbatên Şehîdan pêşengên civak û gelê xwe ne. Fikir û felsefeya ku me ji Rêber Apo girtiye, çi ji destê me were em ê bikin û her dem amade bin."  
 
'Di bin alên kesk, sor û zer de em ê vegerin Efrînê'
 
Dayika Şehîd Kamuran û xwişka Şehîd Munzur, Zeyneb Elî ya ji navçeya Bilbilê wiha axivî: "Em li Efrînê koçber bûn, lê nayê wê wateyê ku em dev ji axa xwe berdin. Em ê heya dawiyê têkoşîn bikin da ku em vegerin Efrînê. Efrîn bi xwîna zarokên me hatiye avdan, em weke malbatên şehîdan tu carî dev ji ax û welatê xwe bernadin. Heta em ax û warê xwe venegirînin tu carî em dev ji doza xwe bernadin. Em axa Efrînê ji bîr nakin, xwîna bi hezaran şehîdan rijiya. Bila Erdogan rehet nebe. Em niha li Şehbayê têkoşîna xwe dom dikin û bi rihekî wekhev bi hev re zeytûnan kom dikin. Baweriya me ew e ku em di bin alên kesk, sor û zer de vegerin Efrînê û bi şahî û serbilindî."