Sûda ji kizwanan tê girtin

  • 09:01 19 Îlon 2019
  • Jiyan
Sorgul Şêxo-Ronîda Hacî
 
HESEKÊ - Kizwan ji warê gelek nexweşiyê re baş û ji gelek derdî dibe derman. Ji kizwanan dermanê nexweşiya dil, benîşt û qehwe çêdibe. Yek ji cihê ku kizwan tê pêdekirin jê Çiyayê Kizwana ye.
 
Xwezaya Kurdistanê ango Mezopotamya bi dar, çiya, fêkî û zebzeyên xwe dermanê gelek nexweşiyan e. Şûna ku mirov dermanên kîmyewî bi kar bîne, dikare ji xwezayê derman biafirîne. Kizwan jî ji warê dermanan û di warê çêjê de gelek baş e. Dermanê gelek nexweşiyê ye û di heman demê de jî tama wê gelek xweş e. 
 
Çi li Çiyayê Kizwanan heye?
 
Çiyayê Kizwanan li Başûrê Navçeya Til Temirê ye. Bi Çiyayê Kizwanan gelek kaniyên avê, mezara Şêx Ebdil Ezîz, şikeftên ku dîroka wê vedigere hezarê salan û deverên dîrokî mîna Kelha Sukera, Mexlûca û gelek deverên din hene. 
 
Li Çiyayê Kizwanan, kizwan hene
 
Çiya bi navê Çiyayê Kizwanan tê binavkirin, ji ber li ser û newalê wê gelek darê kizwanan heye, ew dar nayên çandin û her darek di navbera wê û ya din de gelek metro hene. Her sal bi xwe şîn tê û kizwan pêve tê. Di meha îlonê û demsala payîzê de êdî dar û pelên wê dilerizin û hêdî hêdî tevî  kizwanên pê ve mane,  hişk dibin, kirasê şîn datînin û yê zer li xwe dike. 
 
Ne tenê kizwan, fistiq jî hene
 
Li derdora dara kizwanê darê fistiqa jî çêdibin, di vê demsalê de her kes berê xwe dide çiya û kizwanan berhev dike û li herêmên din jî belav dike. Hin malbat jî ji bo zivistanî hiltînin.
 
Gelek rengê wê heye û dermanê nexweşiyan e
 
Rengê kizwanan şîn, sor, kesk, zer e. Libê wê yê biçûk û yê mezin jî hene. Da ku rihê dilê mirovan vebibe û bikaribe bi rengekî baş bêhna xwe bikşîne divê kizwanan bixwin. 
 
Jê zeyt, sabûn, benîşt û qehwe jî çêdibe
 
Ji kizwanan sabûn jî çêdibe. Him ji dar û him jî ji kizwanan benîşt çêdibe, benîştê wê jî çarkoşeye û rengê wê jî spî ye û qehwe jî çêdibe, qehweya wê jî tehl e, giran e û rûnê wê zêde ye. Ew qehwe jî ji nexweşiya kêmbûna xwînê derman e. Di heman demê de ji kizwanan zeyt jî çêdibe.
 
Kizwan dermanê derdan e
 
Li çiyayê Kizwanan û li gorî agahiyên ku şêniyên wê bi me re parve kirin, hin kesên nexweş hene bi nexweşiyên dil û bi kêmahiya xwînê dijîn, kizwan tevî qehwe û zeyta wê  vexwarine û ji dil û kêmahiya xwînê re baş hatiye.