Jinan dest bi amadekariyên zivistanê kirin: Ser banan xemilî

  • 09:16 14 Îlon 2019
  • Jiyan
Medîna Mamedoglu
 
MÊRDÎN - Bi dawîbûna demsala havînê re, jinên ji bo amadekariyên zivistanê ketin nava hewldanê li ser banên xwe dest bi hişkirina sebzeyan kirin.
 
Bi dawîbûna demsala havînê re, jinan dest bi amadekariyan kirin. Li bajarên herêmê jinan, sebze û fêkiyên girtin ji niha de li ser banên xwe ji bo hişkirinê raxistin. Jinan diyar kirin ku hişkirina sebzeyan di vê demsalê de tê kirin û diyar kirin ku sebzeyên hişk ji bo tenduristiya mirovan jî gelek baş e.
 
‘Em her sal di vê demsalê de amadekariyên xwe dikin’
 
Jina bi navê Fadîa Solmaz ku li Mêrdînê dijî dest bi amadekariyên zivistanê kir û ji me re amadekariyên ku dike vegot. Fadîlayê destnîşan kir ku her sal van amadekariyan dike û wiha pê de çû: “Her sal dawiya havînê em amadekariya zivistanê dikin. Her sal bihayê sebzeyan ji xwe zêde dibe. Em hîna havîn bi dawî nabe digirin.Em sebzeyan an hişk dikin an jî weke din amade dikin. Em zivistanê jî sebzeyên hişkirî dixwin. Ne tenê yên hişk, em îsot, rîçal, tirşikê niha amade dikin. Hinek kes van amadekariyên xwe zivistanê difiroşin jî. Lê em tenê ji bo xwe çêdikin. Zivistanê têrî me dike. Em ji hêjîr û mişmişên baxçeyên xwe jî rîçal çêdikin.”
 
‘Em gelek cureyên xwarinê jê çêdikin’
 
Fadîlayê di dawiyê de wiha got: “Ji sebzeyên hişk em gelek cureyên xwarinan çêdikin. Sebzeyên hişk ji bo tenduristiyê jî baş e, her wiha tehma xwarina wan jî pir xweş e. Em firingî, kundir, balîcan û îsotan niha li ber rojê hişk dikin. Em li ser banan hişk dikin. Rîçal û tirşî jî niha tên çêkirin. Em sebzeyan bi ben vedikin û li ser banê radixin.”