Jinên Helebê yên amedakariya zivistanê dikin:Karê bi destên jinê pir bi wate ye

  • 09:05 5 Îlon 2019
  • Jiyan
Sara Şêx Hesen 
 
HELEB - Bi hatina demsala payîzê jinên Helebê amadekariyên pêwistiyên zivistanê dikin. Jinan di derbarê amadekariyên zivistanê de gotin:"Keda jinê, jiyanê zindî dihêle. Berhemên ku bi destên jinê çêdibin bi qiymet e. Karê bi destên jinê pir bi wate ye." 
 
Jin jiyan e, ya ku jiyanê bi rê ve dibe jin e û bi xweşikbûyina berhemên destê xwe amadekariyên zivistanê dikin. Yek ji wan jinan, jinên Helebê ne. Bi hatina demsala payîzê re her dayikek ku li taxa Şêx Meqsûdê dijîn, amadekariyên zivistanê dikin. Tiştên ku amade dikin hêjayî bi bîr xistinê ye ku bi keda destê xwe diafrînin. Ji bo amadekariyên demsala zivistanê weke avika îsotan, tirşo, avika firîngiyan, reçel û miloxiyê çêdikin. Her wiha bacanan jî dikolin. Têkîldarî mijarê jinên ku amadekariyên zivistanê dikin behsa berhemên xwe kirin.
 
'Keda destên mirovan paqij û bi tehm e'
 
Sebîhe Mustafa ya ku amadekiriyên zivistanê dike axivî û got: "Em dayik her sal di van demên payizê de amadekariyên zivistanê dikin. Ev taybetmendiyên xwe me ji dayik û pîrikên xwe girtine. Dema tişt bi destê jinê çêdibe, tehma wê heye. Mirov dema diçe tiştên wiha ji sûkê dikire bi bihabûna wê nikare bikire û paqijiya wan jî bi guman in. Em çiqas biwestin jî, keda destê mirovan paqij û bi tehm e." 
 
'Karê bi destên jinê pir bi wate ye'
 
Jiyan Elî  jî têkîldarî avika îsotan axivî û wiha domand: "Kar bi destên jinê pir bi wate ye. Dema tişt bi destên jinê tê çêkirin berhemên tiştan zêdetir dibe. Ez niha avika îsotan çêdikim, bi rastî zehmetiyên wê hene. Bi rojan destê mirovan dişewite. Lê belê dema em jin li hev kom dibin karê destê me jî pir xweş dibe û zû diherike. Îsot di destpêkê de baş tê şuştin. Paşê em koka wê jê dikin. Çend roj li ber tavê zuha dibe. Paşê ji makîneyê tê derbaskirin. Dawiyê em dixin bîdonan û ji bo zivistanê amade dikin. Ji bo wê mirov dema berhemên keda xwe dibîne pir pê kêfxweş dibe. Karê bi destên jinê pir bi wate ye."