Şaredariya Nisêbînê Turnuvaya Basketbolê ya Jinan pêk tîne

  • 09:21 21 Hezîran 2019
  • Jiyan
MÊRDÎN - Hevşaredara Nisêbînê Semîre Nergîs, diyar kir ku tevî butçeya wan sînorkiriye jî ji bo wan ya ewil xebatên jin û zarokane.
 
Di navbera 2015 û 2016’an de li Nisêbînê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û navçe serobino bibû. Li Nisêbîn piştî hilbijartinên 31’ê adarê şûnde pêvajoyeke nû hat destpêkirin. Hevşaredarên HDP’ê ku di hilbijartinê de bi rêjeyek mezin deng girtin û bûn hevşaredar, bi feraseta şaredartiya civakî dest bi xizmetê kirin. Xebatên derbarê jinan de yên dema qeyûm de hatibûn rewestandin, niha bi projeyên nû dîsa dikevin jiyanê. Li navçeyê Turnuvaya Sporê ya Basketbolê ya Jinan wê pêk bê û hat hînbûn ku serlêdan gelek zêde ne û 10 tîmên jinan hatine avakirin.
 
Hevşaredara Nisêbînê Semîre Nergîs got piştî qeyûm di mijara butçeyê de pisgirêkên mezin jiyane û wiha got: “Ji me re 32 mîlyon deyn ma. Tevî zehmetiyan ji bo em xizmeta herî baş bidin navçeyê me ji qada jinan dest bi xebatên xwe kir. Di esasê de gelek pirsgirêkên navçeyê hene. Em bi mînaka şaredariyê ya salên 1970’ê re rû bi rû ne. Paşeroja qeyûm jî heye. Piştî vê em ketin pêvajoyeke ji nûve înşakirinê. Ev du mehe em zêdetir li ser tespît û raporkirinê dixebitin. Ji derveyê vê hewcedariyên jin û zarokan hene. Me xwest em van hewcedariyan li ber çavan bigirin dest bidin jiyana wan. Me qursa soberiyê vekir, rojek jî bi taybet ji bo jinan hat veqetandin.”
 
‘Ji bo me ya ewil jin û zarok in’
 
Semîreyê daxuyakirin ku feraseta şaredariya civakî ya bi sporê dane destpêkirin wê li her derê bicih bikin û wiha dawi lê anî: “Ji bilî vê qeydên me yên basketbolê yên kolanê hatin destpêkirin. Niha niha 10 tîmên jinan ava bûn. Ji gelek eleqeyê nîşan didin. Eleqeya jinan me kêfxweş dike. Em dixwazin di alî şaredariya civakî de gelek tiştî bikin. Ji bo ev pêş bikeve em pirsgirêkên xwe pêş dixînin. Bi awayekî cidî pirsgirêka butçeyê ya şaredariyê heye. Tevî van pirsgirêkan em ê her cureyê xizmetê bikin. Bi taybet ji bo xebatên jin û zarokan pêşî tên.”
 
Dîroka dawî ya serlêdana turnuveyê 22’ê hezîranê ye û piştî serlêdanan wê turnuva dest pê bike.